Di çalakiya 'Rûniştina F' de banga serbestberdana Tenzîle Acar hat kirin

  • 16:16 26 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar anî ziman û got, rewşa wê ber bi xetereyê ve diçe, divê bê berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 522 heftene çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê li pêş avahiya xwe li dar xist de, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar ku ji 21’ê Adara 2017’an ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Gelek malbatên girtiyên nexweş, endamên ÎHD’ê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiya nexweş Tenzîle Acar bila were berdan” hat daliqandin û gelek wêneyên girtiyên nexweş ên jin hatin hilgirtin. Pêşiya ku çalakî were lidarxistin, polîsan kolana ku avahiya ÎHD’ê lê ye dorpêç kirin.
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ku di daxuyaniyê de axivî,  bal kişand ser nexweşiyên Acar û dazanîn ku nexweşiyên bêhn tengî, zerik û tuberkuloz pê re hene û ji  qirika wê xwîn tê.  Hatîce, bi lêv kir ku ji ber ferzkirina tedawiya bi kelemçe dermankirina Tenzîleyê di nivî de dimîne û wiha got: “Rewşa Tenzîleyê her roja ku diçe giran dibe. Ji ber van pêkanînan rewşa Tenzîle di xetereyê de ye.”
 
Hatîce da zanîn ku ji jiyana girtiyan dewlet berpirsyar e û got: “Nabe ku girtiyên ji ber nexweşiyên dikarin bên dermankirin jiyana xwe ji dest bidin, weke rewşeke asayî bê dîtin. Divê dewlet şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan bigihîne pîvanên mirovahiyê û astengiyên li pêşiya dermankirin û tenduristiyê ya girtiyên nexweş rake. Em careke din ji vir bang li rayedar û civakê dikin û dibêjin, girtiya nexweş Tenzîle Acar û hemû girtî bila bên berdan.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên, “Bila girtiyên nexweş werin berdan” , “Tenzîle Acar bê berdan” û “Tecrîd dikujê, piştgirî dide jiyîn” hatin berzkirin.