Dayikên Şemiyê: Bila kujer bên cezakirin

  • 16:04 26 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn û gotin: "Di sala 2011’an de jî dosya bi biryara neşopandinê bi encam bû û dosya xistin ber demborînê. Dewletê bi zanebûn wisa kir."
 
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 887’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Ji ber şert û mercên pandemiyê, çalakî online hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Acar hat pirsîn ku di 8’ê nîsana sala 1992’yan de li Kerboran a Mêrdînê hatibû binçavkirin, biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil birayê Nezîr Acar Salîh Acar axivî û wiha got: “Ji roja hatiye binçavkirin heta niha me tu agahî ji birayê min negirtin. Ji bo ku birayê min bipirsîn em çûn qereqolê lê ji me re gotin; ‘me kesekî wisa binçav nekiriye.’ Piştre jî me parêzer girt. Em lê geriyan lê ne ji dewletê û ne jî ji kesekê din me tu agahî negirtin. Em dixwazin ku êdî agahiyekî bidin me. Em dixwazin bizanin bê ka hestiyên wî li ku ne. Daxwaza me ew e ku em jî weke her kesî biçin ser gora birayê xwe. Dê têkoşîna me ya edaletê bidome. Em dixwazin ku kujerên wan bên girtin û hesab jê were pirsîn.” 
  
Piştre jî parêzerê Nezîr Acar, Veysel Vesek axivî. Veysel. da zanîn ku bavê Nezîr Acar, Halîl Acar ji bo dîtina kurê xwe bi salan têkoşiya û wiha domand: “Me di sala 2005’an de ji ber windabûna Nezîr Acar daxwazname da. Bavê Nezîr Acar jî gelek caran daxwazname dan dozgeriyê. Lê em piştre hîn bûn ku ev daxwazname winda bûne. Me daxwazname da Serdozgeriya Komarê ya Hezexê. Di dema binçavkirinê de şahid hebûn. Daneyên şênber hene bê ka kî hatine binçavkirin. Di encama serlêdana me ya 2005’an de şahid nehatin guhdarkirin. Di dosyeya lêpirsînê de guhdarîkirina şahidan hat xwestin lê di vê mijarê de tespîtek nehat kirin. Hasan Kiliç û Suleyman Kiliç ku li gel Nezîr Acar hatibûn binçavkirin, nehatin guhdarkirin. Di dawiya dawî de ji bo dosyayê biryara neşopandinê dan. Kesên ku Nezîr binçav kiribûn diyar in. Yek ji wan kesan Mûstafa Kemal Şen ku di wan deman de efser bû û cerdewanê bi navê Kemal Arka bûn. Ev kes tevî ku hatin tespîtkirin jî îfadeyên wan nehatin girtin. Di sala 2011’an de jî dosya bi biryara neşopandinê bi encam bû û dosya xistin ber demborînê.” 
 
Yek ji parêzerên Dayikên Şemiyê Gurbet Yavuz jî da zanîn ku Nezîr Acar, di 8’ê nîsana sala 1992’yan de dema ji bo kirîna sewalan diçû Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efser Kemal Şen de bi ser malan de girtine û ev agahî dan: “Nezîr Acar û du kesên din hatin binçavkirin. Çavên wan hatin girêdan û birin Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê. Di saetên derengî şevê de du kes hatin berdan lê ji wê rojê ve tu agahî ji Nezîr Acar nehatin girtin. Bavê Nezîr Acar, Halîl Acar ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Kerboranê, waliyê Mêrdînê û Fermandariya Lîwayê ya Mêrdînê da. Lê ev serlêdan nehatin qeydkirin. Qebûl nekirin ku Nezîr Acar binçav kirine. Bav û dayika Nezîr Acar hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Dayika Nezîr Celîle Acar her wê rojê hate berdan lê bavê wî 5 rojan di bin çavan de ma û îşkence lê hat kirin. Fermandarekî payebilind ji bavê Nezîr Acar re got; ‘me kurê te çawa kuştibe dê te jî bi heman rengî bikujin’ û gef lê xwar.” 
 
Gurbetê diyar kir ku malbata Nezîr Acar neçar dimîne ku koçî Hezexê bike û wiha bi dawî kir: “Di serdemeke wiha tirsnak de Halîl Acar nekarî bikeve nava hewldaneke hiqûqî. Di 28’ê kanûna sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê dozgeriyê di 16’ê çileya 2009’an de biryar da ku hewcehî bi peyketinê nîne. Îtîraza malbatê ku digot lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate redkirin. Di 16’ê mijdara sala 2012’yan de jî bi hinceta ku dosyaya Nezîr Acar ber demborînê ketiye, hate rakirin. Li ser vê yekê; malbatê di 16’ê çileya sala 2013’yan de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev serlêdan red kir. Navên kesên ku Acar binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê piştî îşkenceyê winda kirîn jî di qeydên dewletê de hene.”