Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 100'î de ye
- 15:47 26 Adar 2022
- Rojane
WAN - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Baroya Wanê didomînin di roja 100'î de ye.
Xizmên girtiyên ku înfaza wan tên şewitandin û girtiyên nexweş li Baroya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobea Edaletê ya di roja 100'î de ye îro ji aliyê bavê Botan Timur ê li Girtîgeha Tipa F a Wanê tê girtin, Kazim Timur ve hat meşandin. Rêveberên HDP'ê yên Tûşbayê îro çûn serdana Nobeda Edaletê.
Bila girtiyên nexweş bên berdan
Hevserokê HDP'ê yê Tûşbayê Hakki Cemal wiha got:"Bi hezaran girtî tevî ku cezayê wan qediyaye jî bi awayekî nehiqûqî nayên berdan. Em vê polîtîkaya tecrîdê ya îktidar li girtîgehan pêk tîne qebûl nakin. Divê girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan. Em banga bidawîkirina vê bêhiqûqiyê dîsa dubare dikin."