Ji bo îfadeyê gazî Rojnamegera Îranî Mahtab Gulîzade hat kirin

  • 15:33 26 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ji bo îfadeyê gazî Rojnamegera Îranî Mahtab Gulîzade kirin.
 
Rojnamegera Îranî Mahtab Gulîzade bi parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji bo lêpirsînê bangî wê ya qereqolê kirine. Mahtab Gulîzade ku agahiya der barê wê de bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyayê bi îdiaya "li dijî ewlekariya neteweyî hatina li gel hev û xizanî" lêpirsîn hatiye destpêkirin ragihand û wiha got: "Nêrînên min bi binpêkirina ewlehiya neteweyî yan jî peymanên ewlehiya neteweyî tê lêpirsînkirin. Komara Îslamî bikarnanîna çarşef û teşwîqkirina werzîşê wekî teşwîkkirina xizaniyê pênase dike.”
 
Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê zex lê tê kirin
 
Mahtab Gulîzade bi nasnameyek rojnamevaniyê ku di qadên aborî, siyasî û mafên jinan de bi awayekî çalak dixebite tê naskirin. Mahtab Gulîzade ku di gelek rojnameyan de dixebitî, di heman demê de rojnamegeriya serbixwe jî dike. Roja 7’ê Tebaxa 2021’ê, sîxurên Mihefiza Şoreşa Îslamî bi zorê ketin mala rojnamevan û pasaport, telefona destan, leptop, amûra qeydkirinê, rehbera telefonê û deftera têbiniyan jî di nav de dest danîn ser hemû kelûpelên wê. Mahtab Gulîzade gelek caran ketiye ber destên dadweriyê, îfadeya wê hatiye girtin û di girtigehê de maye. Di Kanûna 2021’ê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi sûcdarkirinê hat girtin û bi kefalet hat berdan. Qedexeya derketina derve ya rojnamegeran hê jî didome.