Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn

  • 14:18 26 Adar 2022
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 685 ’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Muldir ê 28 sal berê li navçeya Sîlopiya Şirnexê hatibû windakirin, pirsîn. 
 
kujer nayên bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên parastin. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destpêkê axivî û got 685 hefte ye ew ji bo aqûbeta windayan bipirsin têdikoşin û ew têkoşîna xwe wek “lêgerîna heqîqetê” pênase dikin. Abdullah da zanîn ku li gel kujer diyar in jî dîsa jî kujer nayên dîtin û bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên parastin. 
 
Abdullah anî ziman ku ew bûyerên ku kujer tên parastin di demên nêzîk de bûne şahid û yek ji van kujerên tên parastin jî kujerê Kemal Kurkut e. Abdullah destnîşan kir ku heta kujer bên cezakirin û winda bên dîtin dê têkoşîna xwe lêgerîna edaletê û heqîqetê berdewam bikin. 
 
Heta niha ji Ali Muldir agahî nehatiye girtin
 
Pişt re Sekreterê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî serpêhatiya windakirina Alî Muldir xwend. Berkpinar destnîşan kir ku tevî hemû lêgerîn û pêvajoyên darazî jî heta niha ji Ali Muldir agahî nehatiye girtin. 
 
Piştî daxuyaniyê Xizmên Windayan û beşdarên çalakiyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 522’yemîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner axivî û mexseda çalakiya ku demek dirêje tê lidarxistin bi bîr xist û ew dixwazin aqûbeta windayan eşkere bibe û kujer bên darizandin. 
 
Zekî diyar kir ku ji ew vê hefteyê aqûbeta Alî Gunduz ê di 22’yê tebaxa 1998’an de li navçeya Kercewsa Êlihê hatiye windakirin bipirsin kom bûne. Piştî ku serpêhatiya windakirina Alî Gunduz hat xwendin, Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.