Bi hinceta 'lingê wê xuya dike' peykerê jinekê hat rakirin

  • 13:47 26 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Gorganê yê Îranê peykerê jinekê bi hinceta "lingê wê xuya dike" hat rakirin. 
 
Li bajarê Gorganê yê Îranê biryar hat dayîn ku peykerê jina ku ji bo balê bikşîne ser pêwendiya teknolojiyê, telefon di destên wê de ye û li ser cadeyê radiwestiya, bi hinceta "Lingê wê xuya dike" were hilweşandin. Di encama biryara Serdozgeriya Gorganê de peykerê bi "Cil û bergên ne guncav e" hat binavkirin, hat destnîşankirin ku lingê jinikê diyar dike û peyker hat rakirin.
 
Li dijî rakirina peyker bertekên tund hatin nîşandan.