Cismê li bedena Muharrem ket nehat diyarkirin

  • 13:22 26 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Di rapora pêş a atopsiya Muharrem Aksem ê 16 salî yê li Navçeya Eyyubiyeyê şivantî dikir de cismê ku li sînga wî û li rûyê wî ketibû nehat diyarkirin. 
 
Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksem ê 16 salî ku şivantî dikir, mirî hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Muharrem ê ku di navbera gundê Micid û Qinegûrê de hatibû dîtin, laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûbû mîna seradê.  
 
Muharrem ê nehat malê, malbata wî xist nava gumanan û malbatê ragihand ku lawê wan winda bûye. Di encama lêgerînê de cenazeyê hatibû dîtin û ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. 
 
Di rapora otopsiyê ya pêşî de nehat diyarkirin ku ew cismên li laşê Muharrem ketiye gule ne yan parçeyên şarapnelê ne. 
 
Parêzera malbata Muharrem, Hatîce Akilli Oz jî diyar kir di raporê de li ser mirinê teqezî nehatiye kirin û di laşê wî de gelek birîn hene. Hatîce got ew ê meseleyê bişopînin.