Peyama îro ya Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne

  • 11:50 26 Adar 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya "Nobeta Edaletê" ya îro de ev peyam da: “Em îro dibînin ku wijdana kesên daraz anîne ber mirinê jî nema ye. Israra dayikan wê edaletê bîne.”
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar; Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 383’yan de berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, malbat nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Em helwesta darazê ya serbixwetî û bêalîtiyê di dozên siyasî de dibînin. Em îro dibînin ku wijdana kesên daraz anîne ber mirinê jî nema ye. Israra dayikan wê edaletê bîne.”