Di dosyaya zaroka ku fuhûş lê hatî ferzkirin de 16 navên din derketin holê

  • 10:21 26 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Zaroka ku bi salan ji aliyê dêmariya xwe ve bi îşkenceyê re rûbirû maye û bi darê zorê fûhûş lê hatiye ferzkirin. Hat îdiakirin ku di dosyayê de navê 16 kesan jî heye. 
 
Li navçeyeke Şirnexê, derket holê ku zaroka 15 salî ji aliyê dêmarî û C.Y. û S.A. ve bi darê zorê fûhûş lê hatiye ferzkirin. Zaroka ku ji 7 saliya xwe ve ji aliyê dêmariya xwe B.A. ve bi tundî û îşkencê re rûbirû maye, 4 sal in jî bi darê zorê fûhûşê lê danekirin. Dêmariya wê ji bo zarok bûyerê ji bavê xwe re nebejê hewlda ku zaroka 15 salî bikuje. Zaroka ku birindar bû rakirin nexweşxaneyê. Di raporê de derket holê ku zarok ducaniya 45 rojî ye. 
 
'Di temenê biçûk de îşkence û tundiyê re rûbirû maye!'
 
Xizmek a zaroka ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re wiha behsa bûyerê kir: "Ev zarok dema çar meh û nîv bû dayik û bavê wê ji hev cuda bûn. 3 xwîşk û birane. Dema dayik û bavê wê ji hevdû cuda bûn, bavê wê zarokan li cem xwe girt. Ev zarok niha jî dayika xwe nas nake. Ev zarok li cem dêmariya xwe mezin bûn û heta 7 saliya xwe bi îşkence û tundiyê re rûbirû maye. B.A., C.Y. û S.A. hem îşkence zarokê kirine û hem jî bi zorê fûhûşê lê dane kirin.
 
Lêpirsîn hat destpêkirin
 
Bûyer beriya 10 roj berê derket holê. Dema zarok diçe dibistanê C.Y. dîsa wê bêzar dike. Dema zarok vedigere malê dibêje ez ê hemû tiştan ji bavê xwe re bêjim. Zarok berê xwe dide derî ji bo ku biçe bavê xwe re bêje. Lê dêmariya wê bi tiştekî serê wê dişkîne û dixwaze bikuje. Keça birîndar radikin nexweşxaneyê û 8 dirûn davêjin serê wê.  Zarok ji 7 saliya xwe heta niha ji aliyê dêmariya xwe ve bi tundî û îşkencê re rûbirû maye û ev 4 sal in jî bi darê zorê fûhûşê lê didin kirin. Zarok di serî de diçe li cem meta xwe û jê re dibêje. Lê belê meta wê baweriya xwe lê nayne.  Piştre diçe ji xwişka xwe re dibêje û ew jî zarokê dibe li cem meta xwe ya dinê. Piştî ku hemû bûyerê ji meta xwe re dibêje, diçin nexweşxaneyek Silopiyê. Piştî encamên raporê bûyer ji mekanîzmayên edlî re tê ragihandin û lêpirsin tê destpêkirin. 
 
Lêpirsîn di serî de Edliya Qilebanê tê destpêkirin û piştre dosyeyê dişînin Şirnexê. 3 kes piştî îfade dabûn serbest hatibûn berdan, lê piştî ku di raporê de derket holê ku zaroka 15 salî ducaniya 45 rojî ye, ew 3 kes hatin girtin. 
 
Di dosyeyê de navê 16 kesan heye
 
Piştî ku bûyer derket holê dozgerî ji dêmariya wê pirskiriye ku çima vê tiştê kiriye, lê dêmarî sûcê hatî kirin xist sitûyê dayika zaroka 15 salî. Lê zaroka ku îfade dayî jî da zanîn ku ji temenê biçûk de dayika xwe nedîtiye û nas nake. 
 
Zaroka her tim îşkenceyê re rûbirû ma, rûnê sorkirî û ava kelandî bi ser laşê zarok de rijandine. Ji xwe li ser laşê zarok şopên birînan jî hene. Dêmariya zarokê niha di girtîgehê de ye. Her wiha tê gotin ku serê xwe li cihan dixe û xwe wekî dîn nîşan dide ku ji girtîgehê derkeve. Ev karekî şebekê ye. Serê zaroka me şewitandin. Ez bawer nakim ku di bûyer bi tenê 3 kes hebin. Di dosyeyê de gelek kes hene. Tê gotin ku di dosyeyê de navê 16 kesan derbas dibin. Lê belê em wan navan nizanin.”
 
Em ê bibin şopdarê dozê
 
Em dixwazin ev bûyer êdî bi dawî bibin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin. Em naxwazin êdî zarokên me ev bûyeran bi vî rengî bijîn. Divê hemû kes xwedî ji vê dozê derkevin û piştgiriyê bidin. Her wiha em ê bibin şopdarê vê dozê.”