Ji Wanê heta Stenbolê Nobetên Edeletê belav dibin:Rabin ser piyan

  • 09:06 26 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL- Xizmên girtiyan ên li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan li ber Edliyeya Stenbolê dest bi "Nobeta Edeletê" kirin, diyar kirin ku heta biser nekevin wê çalakiyê bidomînin û bang li hemû malbatan kirin ku rabin ser piyan û bikevin hewldanê.
 
Bi armanca girtiyen nexweş yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bin li Amed, Wan, Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edeletê" hatibû destpêkirin û çalakî biribûn ber Edliyayan. Hefteya borî roja Pêncşemê xizmên girtiyan li Stenbolê jî diyar kirin ku wê li ber Edliyeyê "Nobeta Edeletê" bigirin.
 
Heta deskeftiyan wê têkoşîn bidome
 
Dayika girtiyê bi navê Yakup Akman, yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 3 a Sîlîviriyê girtiye, Fînce Akman jî tevli nobetê bû û da zanîn ku piştî darizandineke dijhiqûqî ya li Edliyeya Stenbolê cezayê muebetê li kurê wê hatiye birîn û ji ber vê jî dest bi nobetê kiriye û wiha vegot: “Girtî li girtîgehan tên îşkencekirin. Zarokên me tî û birçî dimînin. Di van rojên sar û sermayê de mirov nikarin bi zor li malên xwe bisekinin lê li girtîgehan gazê venakin. Gelo çi mafê wan heye vê dikin? Çi ji me dixwazin.”
 
Fînceyê daxuyakirin ku ji bo agahiyên mirinê ji girtîgehan neyên têdikoşin û got wê her hefte rojên pêncşemê Nobeta Edeletê bigirin. Fîncayê her wiha kesên li Amed, Wan û Îzmîrê tevli nobetê dibin jî silav kir û got heta destkeftin neyê bidestxistin wê têkoşîna wan bidome.
 
Ji bo malbatan bang: Rabin ser piyan
 
Dayika girtiyê bi navê Xemgîn Karakaş ya surgunê girtîgeha Tîpa F ya Afyonê hat kirin û di koxuşa yek kesî de dimîne, Cemîle Karakaş jî daxuyakirin ku heta ku ji bo hemû girtiyan edelet pêk neyê wê çalakiya xwe bidomînin û wiha bi lêv kir: “Kurê min tiştek nekiriye. 2-3 caran hat surgunkirin. Niha surgunê Afyonê kirine. 3 mehe li wir e. Gelek îşkence lê kirin. Bi hinceta koxuşa siyasî tune ligel girtiyên edliye û ji ber wir qebûl nekir di hucra yek kesî de dimîne. Bila vê zilmê li zarokên me nekin. Ne tenê ji bo kurê xwe  ji bo hemû girtiyan li vir im. Ez ji bo wan edeletê dixwazim. Em dixwazin dengê me biçe hemû malbatan û hemû malbat ji bo girtiyan rabin ser piyan. Heta zarokên me girtî bin em ê xwedî li wan derkevin. Em dixwazin hemû cîhan dengê me bibîhîze.”
 
5 sal in zarokê xwe nabîne
 
Xwişka girtiyê bi navê Omer Dad yê li girtîgeha Tîpa F ya Balikesîrê dimîne, Gulsum DAg da zanîn ku divê dengê girtiyan bê bihistin û girtiyên nexweş û cezayên wan qedyane bên berdan. Gulsumê wiha dirêjî dayê: “Birayê min 11 sale pisgirêka roviyan dijî. Bi awayekî baş nayê dermankirin. Divê bê kontrolkirin lê nabin. Li girtiyan zilmê dikin. Dema em diçin gel wan li me jî dikin. Em di 10 nokteyên kontrolê de derbas dibin.  Lêgerîneke berfireh dikin. Em gelek nerehet dibin. Ev sê sal e min carekê birayê xwe dît. Dayika min  jî 5 sale kurê xwe nedîtiye. Deriyên girtîgehan vekin. Em edelet û maf dixwazin. Kezeba dayikan dişewite. Bila her kes xwedî li girtiyan derkevin. Çi dibe bila bibe bila piştgiriyê bidin me.”
 
‘Polîtîka tunekirinê pêk tînin’
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Jiyan Çayirtekîn jî diyar kir ku sedema destpêkirina çalakiya malbatan a "Nobetên edeletê" binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li girtîgehane û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan mafên herî sereke jî nayên dayîn. Girtiyên nexweş nabin revîrê jî, ji mafê tenduristiyê fêdeye nagirin. Hevdîtin û desturên hewadankê bi kêfî tên astengkirin. Li cihên tên sewqkirin jî bi binpêkirinên mafan re tên rû hev. Neqlê girtîgehên wekê Afyon û Gumuşxaneyê dikin. Ji ber koxuşên siyasî li wir tunen ne, dikin koxuşên edlî. Li koxuşên edlî jî bi êrîşan re tên rû hev. Polîtîkayeke çewisandin û tunekirinê li hember girtiyên siyasî tê meşandin. Diwazin ji civak û malbatan qût bikin.”