Sebahat Tuncel:Newroz îfadeya hêvî, berxwedan û azadiyê ye

  • 09:04 26 Adar 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel der barê Newrozê de ji ajansa me re nirxandin kir û wiha got: “Newroz serhildaneke çînî  ye. Serhildana kedkar, bindestan a li dijî serdestane. Ev serhildan nîşaneya ku bi têkoşînê guherîn pêkan e. Newroz roja ku bi awayekî xurt daxwazên azadiyê tê xwestinê ye.”
 
Newroz ku ji bo gelê kurd wek cejna vejîn û berxwedanê tê pêşwazîkirin li hemû Kurdistanê bi coşek mezin tê pîrozkirin û hîna jî dengê hatiye bilindkirin didome. Newroz bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ hat pîrozkirin û girtiyên siyasî jî li girtîgehan bi govend û tilîlyan pêşwazî kirin. Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel li girtîgeha Tîpa L ya Sîncanê der barê wateya Newrozê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Newroz îfadeya azadî, hêvî û berxwedanê ye’
 
Sebahatê da zanîn ku Newroz hem mizgîniya biharê ye û hem jî ji bo gel û baweriyan destpêkeke nû ye, îfadeya azadî, hêvî û berxwedanê ye û got: “Di vî alî de Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e. Di têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelan de hinek roj xwedî wateyên girîng in. Newroz yanî 21’ê Adarê jî yek ji van rojan e. Newroz di heman demê de hişê bi hezaran salî yê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn heta roja me ya îro aniye.”
 
‘Di heman demê de serhildana çînî ye’
 
Sebahatê da zanîn ku li gor vegotinên herî tê zanîn Newroz serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê Zalim daye destpêkirinê ye û wiha daxuyand: “Ev di heman demê de serhildanek çînî ye. Serhildana kedkar û bindestan a li dijî serdestiyê ye. Ev serhildan li dijî koletî, zilm û binpêkirinê ye û nîşan dide ku guherîn bi têkoşînê pêkan e. Newroz roja gelê kedkar û bindest daxwazên xwe herî xurt tîne ziman e. Dîsa 21’ê Adarê ji aliyê Elewiyan ve wek Rojbûna Hz. Alî tê pîrozkirin. Di 21’ê Adarê de di heman demê de roja ku pêxemberî ji bo Zerdust hatiye dayîne. Zerduşt di 20’ê Adarê de li Baskên Çemê Aras ji aliyê Ahura-Mazda ve tê vaftîzkirin. Civakên Aryen di şeva 20’ê Adarê ku bi 21’ê Adarê ve girê dide agir pê dixin û Newrozê pîroz dikin. Îro di heman demê de roja bidawîbûna Împaratoriya Asûr e. (Med-Babîl dawî li Asûran anî.)”
 
‘Newroz xwe dispêre cejna Zakmuk’
 
Sebahatê destnîşan kir ku koka Newrozê li Mezopotamyayê xwe dispêre Cejna Zakmuk a 4 hezar û 350 sal berê dihat pîrozkirin û di vê mijarê de jî ev nirxand kir: “Zakmuk tê wateya  jiyan û ji nû ve vejînê. Di dawiya Adarê serê Nîsanê yanî 11 rojan dihat pîrozkirin. Gutiyan jî  di her 21’ê Adarê de agir pêdixistin û  di pîrozbahiyan de qiral tevli gel dibû û cejna Zakmuk wek ‘Cejna qederê’ dihat binavkirin. Kevneşopiya Zakmuk ji Gutiyan heta Huriyan, ji Kasîtan heta Mîtaniyan, ji Urartuyan heta Medan xwe parastiye. Ev kevneşopî di nava demê de wek cejna Newrozê, xwe wek çandî û siyasî heta roja me ya îro aniye.”
 
‘Newroz navê rêxistinbûn û çalakbûnê ye’
 
Sebahatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz di alî dîrokî û civakî de bi nirxandina paşerojê ya jiyana nû destpêkek nû hewandiye û bûye xwedî wateyeke civakî û siyasî. Newroz navê rêxistinbûn û çalakîbûnê ya li dora daxwazên wekhevî û azadiyê ye. Agirê Newrozê ji bo ronakbûna civakê û pêşerojê pê dikeve. Ji ber vê jî Newroz ji bo gelan navê hêviyê ye û ji paşerojê heta îro bi tecrubeyên xwe gihiştiye nifşê îro. Ji bo têkoşîna gelê kurd cihê cejna Newrozê gelek girîng e. Newroz qada têkoşîna  li dijî zilm û zextê ya li hember gelê kurd hatiye  ferzkirinê ye. Agirê Newrozê îro ne tenê ji bo gelê kurd, pêşeroja gelê Rojhilata Navîn jî ronî dike.”
 
‘Meşaleya 8’ê Adarê agirê Newrozê jî gur dike’
 
Sebahatê bal kişand ser meha adarê û bi lêv kir ku bi taybet 8’ê Adarê û 21’ê Adarê di alî têkoşîna jin û gelan de meheke gelek girîng e û wiha anî ziman: “Meşaleya ku jin di 8’ê Adarê de ji bo azadî û wekheviyê pêdixin agirê Newrozê jî gur dike. Tevî hemû zext û astengiyan, jin li dijî krîza siyasî û aborî, parastina maf, qirkirina jinan, şer û şîdetê li qadan bûn. Ev coş û berxwedana jinan li qadên 21’ê Adarê Newrozê jî xwe nîşan dide. Jinan gotin ‘Em bi hev re xurt in, em ê bi hev re biguherin’. Gelan jî got ‘Dem dema zadiyê ye’. Yên tevlî Newrozê bûn daxwaza wan çareserî bû.”
 
‘Newroz wê veguhere têkoşîna hevpar’
 
Sebahatê di berdewamiyê de ev tişt destnîşan kir: “Sedema esas a pirsgirêkên Tirkiyeyê ‘dijminahiya li hember kurdan’ û ‘polîtîkayên zext û zilmê yên AKP-MHP’ê yên li hember gelê kurd e’.Yên maseya muzakere û diyalogê têk birin û li ser birê Abdullah Ocalan tecrîd û asîmîlasyon girantir kirin, li hember kurdan hem ji hundir ve hem ji derve polîtîkaya şer û pevçûnê xistin dewrê û berpirsê krîza siyasî û aborî ya ku îro tê jiyînê ne. Tirkiyeyê bi lez ji nirxên demokratîk û azadî û mafan dûr dixin û pergaleke mafyawarî serdest dikin. Di destê wan de ji bilî alavên şîdet û zextê tiştek nemaye. Ev rastiyeke ku ev rewşa heyî nikare bê dewamkirin. Lê ev rewş wisa hema ji ber xwe nikare biguhere. Yanî ev bloka faşîst hema wisa ji ber xwe dest ji desthilatdariyê bernade. Berovajî vê ji bo desthilatdariya xwe biparêze wê hemû alavên zext û zorê yên dewletê bike dewrê. Tifaqa ji 6 partiyan ava bûye jî mixabin ji afirandiya hêviyan dûr e. Di destê me de tenê rêbazek heye. Tifaqa Demokrasiyê ya HDP'ê pêşengiya wê dike. Gelê Tirkiyeyê ne mecbûr in ji du rêbazan yekê tercîh bikin. Ji bo qedera xwe diyar bikin xurtkirina tifaqa demokrasiyê yekane rêya çareseriyê ye.” 
 
‘Ji şer re na, aştî hema niha’
 
Sebahatê bal kişand ser aştiyê û got aştî daxwazeke lezgîn e û nirxandina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Ji bo aştî û wekheviyê, her wiha li dijî şer û pevçûnên li her derê tên jiyîn yekane daxwaza lezgîn aştî ye. Şerên parvekirinê yên emperyalan mixabin pêşeroja jin û zarokan tarî dike. Li dijî şer rawestî û di aştiyê de israrkirin ji bo me rêbazeke ferz e. Ji ber vê jî wê yek ji daxwazên herî sereke ya Newroza îsal ‘Ji şer re na aştî hema niha’ be. Ji bo wekhevî û aştiyê meşandina têkoşînê berpirsyariyeke dîrokî ya li pêş me ye. Bi hêviya ku cejna Newrozê ji bo hemû gelan bibe destpêkek nû, ez Newroza gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikim. Newroz pîroz be.”
 
‘Hûn li qadên Newrozê em li hewadankan’
 
Sebahat Tuncel got wê ew jî di şertên girtîgehê de Newrozê pîroz bikin û wiha dawî lê anî: “Hûn ê li qadên Newrozê em ê jî li hewadankan bin. Ji bo azadiya gelê xwe û ji bo aştiyê em ê stranên xwe bêjin û govendê bigerînin. Di alî fîzîkî de em ne ligel we bin jî bi fikr, hest û pratîkan em ê ligel we bin. Ez careke din Newroza hemû gelan pîroz dikim, pîroz dikin.”
 
*Nîşeya edîtor: Pirs beriya Newrozê hatin bersivandin lê ji ber şertên girtîgehê name dereng ket destê me. Ji ber vê me piştî Newrozê weşand.