ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 26 Adar 2022
  • Rojev
*Bi hezar salan e, gelê kurd cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Ji bilî kurdan hinek ji gelên Rojhilata Navîn jî cejna newrozê pîroz dikin. Helbet her gelek li gor rewş, çand, dîrok û civaka xwe wateyê didin cejna newrozê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel der barê Newrozê de ji ajansa me re nirxandin kir û wiha got: “Newroz serhildaneke çînî  ye. Serhildana kedkar, bindestan a li dijî serdestane. Ev serhildan nîşaneya ku bi têkoşînê guherîn pêkan e. Newroz roja ku bi awayekî xurt daxwazên azadiyê tê xwestinê ye.”
 
*Xizmên girtiyan ên li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan li ber Edliyeya Stenbolê dest bi "Nobeta Edeletê" kirin, diyar kirin ku heta biser nekevin wê çalakiyê bidomînin û bang li hemû malbatan kirin ku rabin ser piyan û bikevin hewldanê. BI DÎMEN