Serdanên ji bo 'Nobeda Edaletê' ya Îzmîrê didomin

  • 16:49 25 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizma girtiyan Hanim Sever a di Nobeda Edaletê de axivî wiha got:"Kî li dû me tê li ser ser û çavên me cihê wan  heye. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."
 
Nobeda Edaletê ya li Baroya Îzmîrê ya xizmên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 31'emîn de didome. HDP, Partiya Siberojê ya Çep û Yeşiller çûn serdana nobedê. 
 
Dayika Medet Sever ê li 1'emîn Girtîgeha F1 a Bandiraya Balikesîrê tê girtin, Hanim Sever wiha got:"Kî li dû me tê li ser ser û çavên me cihê wan  heye. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."
 
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku dewlet nikare îradeya girtiyan teslîm bigire loma li ser girtiyên nexweş polîtîkayên zextê dide meşandin. 
 
Dayika Nezir Gumuş ê li Girtîgeha T1 a Bandirmayê dimîne  Hanife Gumuş got divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên destpêkirin. 
 
Fehime Poyraz jî diyar kir ku kurê wê Suleyman Poyraz jî li Girtîgeha Şakranê tê girtin û daxwaza piştevaniyê kir.