Zarokê li cihê guleberdanê mirî hat dîtin, hat definkirin

  • 12:25 25 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Li Eyyubiyê cenazeyê Muharrem Aksan ê 16 salî ku ji guleyan bûbû serad, li cihê fêrkirina guleberdanê ya polîsan hatibû dîtin. Zarokê li cihê guleberdanê mirî hat dîtin, hat definkirin
 
Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksan ê 16 salî ku şivaniyê dikir, mirî hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Muharrem ê ku di navbera gundê Micid û Qinegûrê de hat dîtin, laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûye serad. 
 
Muharrem Aksan ê nehat malê, malbata wî xist nava gumanan û ragihand ku lawê wan winda bûye. Di encama lêgerînê de cenaze hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku rapora pêşî ya otopsiyê nedane malbatê û dê malbat cenaze li gund veşêre. 
 
Parêzerê malbatê jî diyar kir ku rapora otopsiyê ya pêşî nehatiye amadekirin û hêj nedane wan. 
 
Şêniyên gund û diyar kirin ku cenaze li qada fêrkirina guleberdanê ya polîsên tîmên taybet hatiye dîtin. Gundiyan da zanîn ku polîs di hefteyê de 2 caran li wir ji bo fêrkirinê guleyan berdidin û texmîna wan ew e ku Muharrem Aksan ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. 
 
Cenazeyê Muharrem ji Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan hat girtin û li goristana taxê hat definkirin.