Meclisa Jinan encamnameya konferansa xwe aşkera kir

  • 10:15 25 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi dirûşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan" hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Banga rawestandina êrişên leşkerî li tevahî herêman were kirin ku jin û zarok werin parastin, ewlehî û îstîqrar werin dabînkirin."
 
Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan" duh li hola Zana ya Qamişlo hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star, Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundurîn-Jin, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan, endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Ermenî, Meclisa Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Weqfeya Efrînê ya Civakî, Jinên Idlib El-Xedra, mêvanên ji herêma Firatê, kantona Şehbayê û Reqayê tevlî konferansê bûn.
 
Di konferansê de ji bo dîwanê ji Meclîsa Jinan Ebîr Hesaf, Stêr Qasim, Sîham Emoke û Xaliya Keçwan hatin hilbijartin. Di konferansê de jinan li ser êrişên Tirkiyeyê ya leşkerî, siyasî, civakî û hiqûqî nîqaş hatin kirin.
 
'Dijminatiyeke neteweyî ya kevn heye' 
 
Di beşa yekemîn a konferansê de rojnameger Nercis Îsmaîl, mafê axaftinê girt û anî ziman ku desteserkirina li ser xaka dewleteke din an jî parçeyeke wê bi darê zorê ye û pişt re hikûmet wê hildiweşîne da ku xwe li şûna wê bi cih bike û wiha got: "Împratoriya Osmanî kaxiza olî bi kar anîn û gelek sûcên bi navên vekirinên îslamê li dijî gelan pêk anîn. Hîna jî dewleta Tirk li hember parçeyên Kurdistanê vê yekê bi kar tîne. Dewleta Tirk sûcên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dike, çekên giran li dijî wê bi kar tîne. Zêdetirî 20 baregehên leşkerî di kûrahiya herêmê de ava kirine. Nêzî 300 gund topbaran kirin û ji şêniyên wê vala kirin. Sivîlan hedef digire û bi dehan jî şehîd xistin. Destê dewleta Tirk di kûrkirina krîza Sûriyê û veguherandina Sûriyê ber bi çiraveke xwînê ve ku bi milyonan sûrî daqurtandine; ji şehîd, birîndar, koçber û penaberan, dirêj û yekser bû. Sedema destwerdana dewleta Tirk Ii Sûriyê gelek in, ji wan jî siyasî û aborî ne mîna gaza Qeterê ku diviyabû di xaka Sûriyê û Tirkiyê bigihîşta Ewropa. Her wiha dijminatiyeke neteweyî ya kevn ji gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen re heye."
 
'Qanûn tune ne...'
 
Rêvebera Foruma Samî ya Sûriyê Esma Kisar jî bi dîmen beşdarî konferansê bû û bal kişand li ser zilma li ser jinên Sûriyeyê piştî dagirkeriya dewleta Tirk û windakirina zarokên wan û êş û azarên jinan di salên dawî de, sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî jinan jî cih digirin.
 
Piştre endama Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Mecdolîn Hesen, bi rêya onlînê beşdar bû û rewşa jinên li herêmê û bi taybet li herêmên dewleta Tirk dagir kirine û wiha got: "Tu qanûn û azadî tune ne. Jin ji aliyên etnîkî, cinsî û çandî ve tên qirkirin." 
 
Di beşa civakî de endamên Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa, Corgêt Bersûm û Endama Jinan a Idlibê El Xedra Sefa Taha beşdarî meclîsê bûn.
 
'NY li hemberî sûcên ku pêk hatî bêdeng ma' 
 
Beşa duyemîn ji hêla endama nivîsgeha Jinan a PYD’ê Taz Başa û endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corgêt Bersûm ve hate xwendin. Di beşa rewşa civakî de bûyerên li Sûriyê û bandorên li ser jinan ji aliyên tundî û bikaranînê û destdirêjiyên li ser wan hatin nîqaşkirin. Jinên ji hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke bingehîn û pêşeng di dirêjahiya 11 salan ji krîza Sûriyê de list. Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê jinan xwe di aliyên siyasî, fikrî, leşkerî û rêvebertiyê de bi rêxistin kir û li hember hemû rewş, astengî û dijwariyên li hember xwe rawestiyan.
 
Di beşa civakî de îşaret bi bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, bi taybet Efrîn ku bûbû cihê ewle ji hemû sûriyan re û wiha hate gotin: "Lê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê, bêyî hesab ji NY’yê, biryar û peymanên wê re were kirin, derbeyek li dijî jinên li hember wan sûcan bê deng maye. Sûcên li dijî jinên li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din nimûneya vê yekê û binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî ya mirovan e." Destdirêjiya cinsî yek ji şêweyên tundiyê li dijî jinan digel dagirkeriyê de ye. Ji ber ew yek mirovahî, taybetmendî, laş û derûniya wê bin pê dike.
 
'Sûcên hovane li hemberî gelan pêk hat'
 
Beşa sêyemîn, beşa hiqûqê ji hêla endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Naîle Mehmûd ve hate xwendin û wiha tê de hate gotin: "Digel mezinbûna krîza Sûriye û tunebûna çareyeke siyasî ku azarên gelê Sûriyê bi dawî bike de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka krîza Sûriyê ve rûbirûyî êrişeke hovane ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye. Di encama vî şerî de bi deh hezaran şehîd û bi sed hezaran qurbanî hatin dayîn.
Komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk a dagirker bi desteka madî û manewî herêmên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, sûcên hovane li dijî gelên wê pêk anîn. Dewleta Tirk sûcên dijminane, koçberkirina bidarê zorê, guhartina demografî, qetilkirin li dijî sivîlan pêk anî. Di encama hedefgirtina dewleta Tirk û çeteyên wê ji sivîlan re, 115 jin û 113 zarok hatin şehîdxistin, 216 jin û 237 zarok hatin birîndarkirin. Her wiha zêdetirî hezar jinî hatin revandin. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan 201 rewşên revandina jinan belge kirin."
 
'Li pêş çavê cîhanê mal û milk hatin dagirkirin'
 
Piştî beşa hiqûqê hate xwendin, endamê Saziya Sûriyan a ji bo Heqîqet û Edaletê Izedîn Salih bi rêya online wiha got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatin hedefgirtin û koçberkirin. Her wiha piraniya welatiyên ku hewl didan vegerin herêmên xwe yên dagikirî rastîn revandin, qetilkirin û îşkenceyê hatin. Ji wan kesên herî rastî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tên jin in. Sûcên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî tevahî pîvan û mafên mirovan derbas kirin û divê sînorek jê re were danîn. Her wiha li pêş çavên cîhanê hemû mal û milkên şêniyên li herêmên dagirkirî hatin dizîn û talankirin. Divê em hevkar bin û rastiya dewleta Tirk eşkere bikin û hewl bidin şêniyan li herêmên wan vegerînin, aştî û edaletê pêk bînin. Divê ew jî bi rêya rêxistin, avakirina koman û şandina belgeyên li ser sûcan pêk bînin. Dê ew jî bibe parçeyeke bingehîn ji bo rakirina tundî û dagirkeriyê."
 
Piştî bidawîbûna nîqaşên beşa 3'yem encamname hat aşkerakirin. 
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: 
 
"Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku pêkhate û sînoran derbas dike û di pêkanîna biryarên yekemîn konferansa Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 13’yê hezîrana 2021’an de hat lidarxistin de konferansek li ser rewşa Jinên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24’ê adara 2022’an de bi hevkariya gelek rêxistinên mafên mirovan û jinan konferansek bi dirûşma 'Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de: Êş-azar, xweragirtin - berxwedan' li dar xist. Tê de zêdetirî 80 kesyasetên ji rêxistin, sazî û kesayetên çalak ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên dagirkirî beşdar bûn.
 
* Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bên derxistin.
 
* Divê dewleta Tirk dewleteke dagirker were wisifkirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji hemû xaka Sûriyê re were kirin.
 
* Xebata li ser vegerandina koçberan û penaberan li warên wan bi garantiya navneteweyî were kirin û milkên wan li wan were vegerandin.
 
* Dewleta Tirk li hember sûcên ji hêla hêzên wê de yan jî bi desteka ji wê de were sûcdarkirin û li pêş dadgehên navneteweyî were darizandin.
 
* Divê çarekirina krîza Sûriyê li Sûriyê be, bi destê sûriyan û bi rêya danûstandinên siyasî be ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.
 
* Jin di xebata siyasî û biryaran de beşdar bibin.
 
* Banga serbestberdana hemû girtiyan were kirin û çarenûsa wan were diyarkirin.
 
* Banga derbasbûna komîteyên çavdêriyê yên navneteweyî were kirin û rê li pêş çapemeniyê were vekirin ku derbasî herêmên dagirkirî bibin û nixumandina çapemenî ya ji bo belgekirina sûcan were şikandin.
 
* Komîteyên hiqûqnasan werin avakirin û navendên lêkolînan a lêpirsîna rastiyên li herêmên dagirkirî û belgekirina sûcan werin vekirin.
 
* Konferans, hevdîtin û pêşangehên wêneyên belgekirina sûcan li ser asta navneteweyî werin lidarxistin.
 
* Asta têkoşîna jinan û civakê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî were bilindkirin.
 
* Têkilî bi civata Sûrî re li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser were kirin, têkilî bi rêxistinên hiqûqî yên Sûrî re were xurtkirin ku wan bi bûyerên li herêmên dagirkirî bidin nasîn, sûcên werin şopandin û rayeyeke giştî ya Sûrî li dijî dagirkeriya Tirk were avakirin.
 
* Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên destekê didin avakirina rayeke giştî ya cîhanê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dar bixin.
 
* Guhartina pisporiyên têkoşîna jinan li ser asta navneteweyî.
 
* Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker civata navneteweyî bê bêrpirsiyarîgirtin.
 
* Xebat li ser aktîfkirina bernameya hevgirtina civakî di navbera pêkhateyan de were kirin.
 
* Banga rawestandina êrişên leşkerî li tevahî herêman were kirin ku jin û zarok werin parastin, ewlehî û îstîqrar werin dabînkirin.
 
* Dewleta Tirk li ser bikaranîna daneyên avê û binesaziyê weke çekekê li dijî sivîlan were sûcdarkirin.
 
* Mekanîzmayeke belgekirina sûc û binpêkirinan li gorî pîvanên navneteweyî were danîn û destek ji navendên belgekirinê re ji aliyên madî û manewî were kirin.
 
* Têkilî û peywendî bi rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re were xurtkirin ku rastiyên li ser sûcan werin belgekirin û rayeke giştî ya cîhanê were avakirin."