ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
- 09:00 25 Adar 2022
- Rojev
*Dayika Nûdem Durak Hatice Durak banga xwedî derketinê kir û got: "Hikûmet ji Nûdem û stranên wê ditirse. Ji ber vê yekê keça min girtiye û nayê berdan. Banga min ji hemû humermendan heye, bila ji bo Nûdemê dengê xwe bilind bikin. Em bibin dengê Nûdemê." BI DÎMEN
*Abdurrahman Yildirim ê ku 17 salî hatiye girtin ev 26 sale girtî ye. Dayika wî Vesîle Yildirim diyar kir ku wê ji bo kurê xwe tevli Nobeta Edeletê bibe û bang li hemû xizmên girtiyan û welatiyên xwedî wijdan kir ku pişgiriyê bidin çalakiya wan. DÎMEN HEYE
* Endama Meclîsa HDP'ê Îdîl Ugurlu da zanîn ku şerê Rusya Ukraynayê li Rojhilata Navîn piştperdekiriye û der barê rola Tirkiyeyê ya di şer de axivî û got: “Divê ewil agirê ber derê xwe bitemirîne, piştre îtîrazê pirsgirêkên cihên din bike. Ji ber vê divê riya sêyem li her derê bê hûnandin.” BI DÎMEN