Ji 'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê: Em edaletê dixwazin

  • 16:29 24 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 30 roj in didome. Di serdana îro de ev peyam hat dayîn: "Dê bi têkoşînê dîwarên Îmraliyê bişkînin."
 
Li Baroya Îzmîrê 30 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bayrakliyê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana nobetê kirin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Bayrakliyê Ayşe Silik, diyar kir ku divê ji bo tedawiyê girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha bi lêv kir: "Çend girtî bi zilmê re rûbirû dimînin, malbatên girtiyan jî bi zilmê re rûbirû dimînin. Girtiyên ku rewşa wan giran hene lê hêj jî nayên berdan. Ji bo tedawiyê divê serbest bên berdan. Her wiha piştevaniya me ji bo malbatên girtiyan girîng e. Em bang li Wezareta Tendûristî û Dadê dikin ku bila berpirsiyariya xwe bînin cih. Niha dayika Denîz Poyraz a ku hatî qetilkirin Fehîma Poyraz jî li vir e. Em ji bo wê jî edaletê dixwazin."
 
'Divê cîhan vê zilmê bibihîze'
 
Peyruz Kurt a ku li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û TJA'yê axivî, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş bên tahliyekirin divê em bala rayagitî a jînan bikişînin ser mijarê. Peyruz wiha berdewam kir, "Em dixwazin ku dilê me dayikan rehet be û hêstinên çavên me bisekinin.  Ji ber ku dayikê vê heq dikin.  Divê cîhan zilma li vêderê tê kirin bibihîze."
 
Înfaza Mehmet Şirin Gumuş ve Metin Gümüş şewitandin
 
Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Bayrakliyê Seyîthan Gumuş, di nobetê de axivî û got ku divê malbatên di nobedê de bi tenê nemînin. Seyîthan diyar kir ku apê wî yê li Girtîgeha Şakranê tê girtin Mehmet Şîrîn Gumuş û yê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê tê girtin Metîn Gumuş li gel ku cezayê wan qediyaye jî bi hinceta cezayê wan ê disîplînê heye nayên tahliyekirin. 
 
'Heta ku dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin wê têkoşîn bidome'
 
Endama TJA'yê ya Îzmîrê Nur Aytemur jî got ku heta rewşa girtiyên nexweş neyê başkirin wê tu daxwazên edaletê neyên cih û berdewam kir, "Heta ku girtîgeh bên valakirin û dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin wê têkoşîna me bidome."