'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 98 roj in didome

  • 15:13 24 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 98 roj in didome. Rêveberên MEBYA-DER'ê serdana nobetê kirin û piştevaniya xwe ji bo nobetê anîn ziman. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 98 roj in li Baroya Wanê didome. Dayika Rojhat Aydin ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê girtiye Heme  Aydin çalakiya îro berdewam kir. Rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana nobetê kirin. 
 
Rêveberê komeleyê Enver Taş, diyar kir ku bi sala ne li hemberî Gelê Kurd zilmek û zextek heye û got: "Bi taybetî jî di hemberî girtîgehan ev zilm bêtir zêde ye. Têkoşîna ku niha dayik didin gelekî girîng e. Şervan Can Guder li li Girtîgeha Tîpa F a Wanê û Sînan Kaya ê li Tîpa S ya Idirê de bi awaşekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan ciwanên me jiyana xwe ji dest didin lê em sedema mirina wan nizanin. Divê ev mirin bên zelalkirin. Ev zilma ku tê kirin divê bê bidawîkirin." 
 
Enver, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedî li derketina çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatan. 
 
Piştî axaftinan çalakiya îro hat bi dawî kirin.