Jinên TJA û HDP'yî Medya Çinar bi bîr anîn

  • 15:13 24 Adar 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Medya Çinar a di sala 2019’an de li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Medya Çinar li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E’yê di 25’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû. Malbat û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê Medya li ser gora wê ya li gundê Margik ê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve bi bîr anîn. Dayikên Aştiyê jî tevli bîranainê bûn. Şandeya HDP’ê û jinan ji aliyê dayika Medya, Çaçan Çinar ve hat pêşwazîkirin. Li ser gorê deqîqeyek rêz hat girtin. 
 
Hevseroka HDP’a Qoserê Aysel Ayav di bîranainê de axivî û got ew ê xwedî li têkoşîna Medya Çinar û hevalên wê derkevin û pakrewanên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
Pişt re aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û destnîşan kir ku ew  li dijî tecrîdê têbikoşin û Medyayê û cangoriyên din ji bîr nekin. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.