Malbatên girtiyan li Stenbolê jî dest bi "Nobeta Edaletê" kirin

  • 14:45 24 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê jî malbatên girtiyan dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin û gotin: "Em ê jî her hefte li vir nobedê bigirin û em ji bo hemû girtiyan li vir in."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed, Wan û Îzmîrê dabû destpêkirin didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Piştî Amed, Wan û Îzmîrê li Stenbolê jî çalakiya "Nobeta Edaletê"  hat destpêkirin. 
 
Malbatên girtiyan îro li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê kom bûn û çalakiya xwe ya ewilî li dar xistin. Dayika Xemgîn Karakaş ê ku sirgûnê li Girtîgeha Afyonê hatî kirin û niha li hicreyê de tê girtin Cemîle Karakaş, xwişka Omer Dag ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Katsut ê Balikesirê girtiye, Gulsum Dag û dayika Yakûp Akman ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Sîlîvriyê girtiye Fince Akman tevlî çalakiyê bûn. 
 
Her wiha ji bo piştevaniyê jî li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Jiyan Çagirtekîn tevlî çalakiya malbatan bû. 
 
'Em ji bo hemû girtiyan li vir in'
 
Fînce Akman a ku wêneyê lawê wê didest de axivî got wan nobeda xwe aniyê ber edliyê  û wiha sedema nobeda li vêderê vegot, " Li vir cezayê muebetê dan zarokên me. Ji ber wê em ê jî her hefte li vir nobedê bigirin û em ji bo hemû girtiyan li vir in."
 
'Aysel Tugluk îradeya gel e'
 
Fince bal kişand ser rewşa Siyasetmedara Aysel Tugluk a ku girtiya nexweş e jî û ev tişt got, "Aysel Tugluk nexweş e gelo hûn ji nexweşiya wê ditirsin? Aysel Îradeya gel e.  Çima hûn wê bernadin? Bi sedan girtiyên nexweş ku nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin li girtîgehê tên girtin kanî edalet? Em vê edaletê qebûl nakin."
 
Piştî daxuyaniyê malbatan diyar kir ku ew ê her hefte roja pêncşemê bên li ber edliyê nobedê bigirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.