'Nobeta Edaletê' li ber Edliya Amedê pêk hat

  • 14:38 24 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan di roja 129'an de didome. Malbatên girtiyan îro li pêşiya Edliya Amedê li gel astengiyan   bangawaziya pêkanîna edaletê kirin. 
 
Li Amedê 129 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya xwe didomînin. Malbat çalakiya xwe ya îro li ber Edliya Amedê pêk anîn. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) li ber edliyê kom bûn û xwestin tevlî daxuyaniya malbatên girtiyan bibin. Lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Dora malbatên girtiyan ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin ku nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bibin. Ligel astengiya polîsan malbatên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
 
Piştî çalakiya rûniştinê ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî bertek nîşanî astengiyê da û got: "Mirov dimirin û dilê me dişewite."
 
Çalakiya malbatên girtiyan bi dirûşma "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.