Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin

  • 13:57 24 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Ji 22 kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin îfadeyên 5 ji wan hatin girtin. Tê payîn ku kesên îfadeyê wan hatine girtin sewqî dozgeriyê bên kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê ve hatibû destpêkirin de Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Alîşan Şahîn jî di nav de 23 kes li bajarên cuda hatibûn binçavkirin. Van kesên ku bi hinceta ji xizmên xwe yên girtî re pere şandine girtîgehê hatibûn binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Bolûyê. Duh Parêzer Alîşan Şahîn piştî ku îfadeya wî hatibû girtin hat berdan û kesên din li Miduriyeta Polisan a Bolûyê tên ragirtin. 
 
Ji 22 kesan 5 jê îfadeyên wan hatin girtin û îfadeyên kesên din hê nehatine girtin. Kesên ku îfadeyên wan hatine girtin li bendê ye ku sewqî dozgeriyê bên kirin.