'Nobeta Edelatê' ya Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser keve

  • 11:52 24 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 381 roj in didome. Malbatê îro ev peyamê parve kir: “Rojekê helbet dê dayika ji bo edaletê li ber edliyê têdikoşe bi ser keve. Dê dawî li hiqûqa serdestan were.
 
Beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar  ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî ye bê berdan, ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 381’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyê û nobed girtin.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Rojekê helbet dê dayika ji bo edaletê li ber edliyê têdikoşe bi ser keve. Dê dawî li hiqûqa serdestan were. Rûmeta mirovahiyê û edalet dê bi ser bikeve.”