Saleke hevdîtin nayên kirin: OHD ket tevgerê

  • 09:04 24 Adar 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya  OHD’ê Îlknur Alcan da zanîn ku ev saleke agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên Îmraliyê nayê girtin û li dijî tecrîdê ketine tevgerê. Îlknurê daxuyakirin ku ji bo pêkhatina aştiya civakî divê tecrîd demildest rabe.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û saleke agahî jê nayê girtin. Hevdîtin dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hat kirin.  Piştî nûçeyên der barê Ocalan de derketin rayagiştî ket fikaran û li ser vê rayedar neçar man bikevin tevgerê û birayê rêberê PKK’ê Mehmet Ocalan bi telefonê hevdîtinek kir. Hevdîtin tenê 4 deqeyan berdewam kir.
 
Hewldanên parêzeran bê encam man 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ji bo hevdîtin pêk bê û agahî jê bêr grtin gelek hewl dan. Lê tevî hemû hewldanên parêzeran bersiv nehat dayîn. Dîsa serî li rêxistinên civaka sivîl, hiqûq û maf ha dayîn. Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî serlêdana ‘çalakiya lezgîn’ li Raportorê Taybet ya Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da.
 
Di salekê de parêzeran 147 û malbatan jî 49 caran serlêdan kirin
 
Li aliyê din Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 25’ê Adara 2021’ê het aniha 147 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da û ne bersivek erênî ne jî ya neyînî hat dayîn. Dîsa malbatan jî 49 caran serlêdan kirin.
 
Di hevdîtina dawî de hişyar kiribû
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan salek berê di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiriye de wiha gotibû: “Ji bo van tiştên tên kirin hem tu hem jî dewlet şaşiyê dike. Sedema vê ev e; Ev saleke bi tu awayî hevdîtin tune. Ev tiştên tên kirin ne di hiqûqa dewletê ne jî di hiqûq din de cih digire. Hatina te şaş e û gelek xetere. Dewlet jî pir bi xetere. Ev ne tiştekî raste. Ger ku hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de be. Salek şûnde li gorî daxwazên xwe hevdîtinek telefonê nabe. Ev tişta tê kirin şaşe. Dewlet pir şaş dilîze. Hûn jî. Ev ne hiqûqiye. Ev ne rast e. Ev nikare bê qebûlkirin. Ev di heman demê de xetereye. Gelo hûn dizanin ku hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vir û hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqiye. Ev 22 sale li vir im. Gelo wê ev pirsgirêk di pêşerojê de çawabe? Çima nayên vir. Ger ku hevdîtinek hebe jî divê parêzerên min jî hebin. Ji ber ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqiye.”
 
Di Newrozê de yekane daxwaz azadiya Ocalan bû
 
Girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Gelê Kurd û gelên cîhanê di Newroza îsal de carek din derket holê. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji 7’an heta 70’ê her kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Di vê mijarê de sekna xwe danîn holê. Piştî vê peyama li qadên Newrozê hat dayîn, tê payîn ku wê rayedar di rojên pêş de çi bikin.
 
OHD li dijî tecrîda Îmraliyê ket tevgerê
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Îlknur Alcan ji ajansa me re der barê tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan de û hewldanên wan  yên di vê mijarê de nirxandin kir.
 
OHD’ê di 8’ê Adarê de bi daxwaza bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê re hevdîtinê bike serî li wezareta dadê dan. Di serlêdana hat kirin de balkişandin ser  tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din.
 
‘Em dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin’
 
Îlknurê daxuyakirin ku wek OHD’ê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê pêk tê gelek hewl dane û got Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî bo hevdîtinê bi muvekîlen xwe re bikin serî hem li OHD, hem li Baro û hem jî li saziyên mafên mirovan û hiqûqî dane û got: “Yek ji wan saziyan jî em in. Me di encama vê serlêdanê de du hevsreokên OHD’ê di 8’ê Adarê de serî li Wezareta Dadê da û me xwest em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo parêzerên Buroya Asrinê jî bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bike me serlêdan kir.”
 
Ji bo Îmraliyê hewldan
 
Îlknurê di berdewamiyê de destnîşan kir ku berê jî der barê mijarê de gelek hewldan kirine û wiha bi lêv kir: “Herî dawî çend meh berê bi îmzeya 768 hevpîşeyên xwe re bi armanca parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bike me danezanek weşand. Beriya vê jî der barê ‘Mafê hêviyê’ de me serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa (AKBK) da û me got rejîma li girtiyên muebetê hatiye birîn, pêk tê li dijî mafê mirovane.”
 
‘Tecrîd sîstematîk bûye’
 
Îlknurê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolîna Hiqûqî ya Civakî (TOHAV) û OHD’ê serî li AKBK’ê dane. Serlêdana me esas girtin û heta îlona 2022’an dem dan Tirkiyeyê û di vê mijarê de jî ji bo xebat bên kirin dem da. Li gorî me tecrîd giran û sîstematike, li dijî mafê mirovane û îşkenceye. Navenda Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de di heman biryarê de ye. Tecrîda li Îmraliyê pêk tê jî sîstematîke. Hem Birêz Ocalan hem girtiyên din bi awayî nikarin hevdîtinê bikin. Heta niha tenê du caran hevdîtinên telefonê kiriye. Bi salane bi hincetên cuda tên astengkirin.”
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Îlknurê destnîşan kir ku tecrîda giran li dijî mafê mirovane û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê li kîjan girtîgehê binpêkirina mafê giran pêk bê ewil li Îmraliyê tê ceribandin û piştre li hemû girtîgehan belav dibe. Ji ber me ev li ser muvekîlê xwe dîtiye. Divê tecrîd demildest rabe.”
 
Ji bo Îmraliyê wê serî li Baroyan jî bê dayîn
 
Îlknurê dawiya axaftina xwe de got ku heta îro wek rêxistina maf gelek serlêdan kirine û wiha dawî lê anî: “Li gorî bersiva ji wezareta dadêhatiye wê parêzerên din û şaxên din yên OHD’ê jî serlêdanan bikin.Ger ku bersiv neyînî bin wê parêzer di esasa şax û herêman de serlêdanan bikin. Pêşniyarên şaxên me hene. Wê şaxên me jî serlêdanê bikin.”