Aktîvîsta TJA’yê Ruken: Têkoşîna li dijî tecrîdê berpirsyariya her kesî ye

  • 09:03 24 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ruken Zerya Işik Yildiz da zanîn ku bi tecrida giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin fikrên wî ji civakê dur bixin û got divê hemû alî li dijî tecrîdê têbikoşin.
 
 Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî di 1999’an de anîn Tirkiyeyê, 23 sale li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Parêzer ji bo hevdîtinê bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re bikin serî li merciyan didin lê ji aliyê rayedaran ve ne bersivek erênî û ne jî neyînî tê dayîn.
 
Ji sala 2011’ê heta 2019’an nehiştin Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgehê dest bi grevê kiribû û di encama vê grevê de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatibûn. Di pêvaya girtina xwe de yekem car di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê hevdîtina telefonê bi kar anî û li ser fikarên der barê şert û mercên tenduristî û ewlehiya wî de di 25’Ê Adara 2021’ê de bi birayê wî Mehmet Ocalan re hevdîtinek telefonê pêk hatibû. Di ser hevdîtina telefonê ya dawî re salek derbas bû û tu agahî ji wê demê de jê nayê girtin. Li ser vê fikar zêde dibin lê rayedar bêdengiya xwe diparêzin.Her wiha yên ku herî zêde ji tecrîdê bi bandor dibin jî girtiyên li girtîgehên Tirkiye û herêmê ne.
 
Aktîvîsta  Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Zerya Işik Yildiz, polîtîkayên tecrîdê yên li hember Abdullah Ocalan û girtiyan nirxand.
 
‘Dixwazin bi tecrîdê fikrên Birêz Ocalan asteng bikin’
 
Ruken Zerya destnîşan kir ku tecrîda ji aliyê AKP-MHP’ê ve pêk tê ne polîtîkayeke nû ye û bi tecrîdê re hewl didin ku fikrên Abdullah Ocalan ji ser civakê bibirn û wiha vegot: “Fikrên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê esas tên girtin. Tecrîd biryarek siyasiye û hewl didin pêşî li fikrên wî bigirin û asteng bikin. Wek her girtiyekî Birêz Ocalan jî xwedî mafên heyîne. Lê di şexsî wî de li hember hemû girtiyan tecrîd pêk tê û di çarçoveya maf û hiqûqa ku wan diyar kiriye de her mafê wan tên astengkirin. Mînaka vê ya herî girîng, qedexekirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re ye.”
 
‘Bi binpêkirinên mafan pêkanînên tunekirinê dikin’
 
Ruken Zerya di berdewamiyê de wiha vedibêje: “Bi polîtîkayên tecrîdê re ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve li hember girtiyan binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di sala 2000’î de derbasî girtîgehên Tîpa F bûn û bi vê re jî xespkirina mafan derket holê. Bi vê re pêkanînên wekê ku girtî nikarin bi hev re bên gel hev û tecrîd pêk anîn. Ji ber vê ev du sê salên dawî ye her tim binpêkirina mafan xespkirina mafan di rojevê de ye.  Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de nexweşî kirin hincet û hemû mafên girtiyan yên ragîhandinê ji holê rakirin. Her wiha lêgerîna giran a li hember girtiyan ne tiştekî nû ye. Lê di pêvajoya dawî de ferzkirina lêgerîna tazî  wek êrîşeke li dijî nirxên ahlaqî dertê pêşberî me.”
 
‘Ev rewş nikare bê qebûlkirin’
 
Ruken Zerya bi lêv kir ku demên dawî de li bajarên herêmê û Tirkiyeyê girtîgehên tîpên cuda vebûne û piştî tîpên F yên S zêde bûne. Ruken Zerya balkişand ser tîpên S û wiha daxuyand: “Di koxuşên teng yên tîpên S de sê kes dimînin. Li wan koxuşan mayîn bi rastî pir zehmet e. Ji xwe ew mirov di nav çar dîwaran de ne û hewl didin mirovan bi giştî bê parastin bihêlin û ji civakê dur bixin. Ev nikare bê qebûlkirin. Ev pêkanîn pêkanînên der barê şikestina îradeyê û ji civakê durxistinê ye. Lê tevî van hemûyan di hevdîtinên bi malbatan re moral û îradeya girtiyan pir bilinde. Li derve malbat û saziyên sivîl piştgiriyan didin. Divê xwedî li van piştgiriyan bê derketin.”
 
‘Herî zêde em jin dijîn’
 
Ruken Zerya destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser civakê girêdayê hevin û wiha dirêjî dayê: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd pêk tê. Bi taybet demên dawî de bi hepsên malê tecrîd pêk tên. Di bin vê pêkanînê de jî tehdîda ‘ger tu bibî muxalîf ez ê mala te biguherim girtîgehê’ heye. Tecrîd herî zêde bandor li ser jinan dike. Bi pirsgirêka Kurd  û di bin navê ol de jinan hepsê malê dikin. Vê zîhniyetê heta nava malbatan sîrayet kiriye. Jin bi vî awayî tenê li malê bi kar û barê hundir û zarokan re tên sînorkirin. Ji ber vê herî zêde em jin tecrîdê dijîn.”
 
‘Berpirsyariya me hemûyane’
 
Ruken Zerya di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku divê pêşî li polîtîkayên tecrîdê yên bandor li ser her alî kiriye bê girtin û wiha dawî lê anî: “Ji ber hinek li ser navê civakê biryarê didin ev rewş wisa lihev geriyaye. Ji bo vê jî tecrîda pêk tê îro di bin berpirsyariya her kesî de ye. Çareseriya pirsgirêkê eve ku hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk bê û di çarçoveya maf û hiqûqê de muzakere pêk bên. Îro daxwaza her kesî ev e. Ji bo vê jî divê hemû aliyên civakê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de di hewldanê de bin. Ev hewldan divê tenê di gotinê de nemînin. Divê li derve bê qîrkirin.”