Serhildana xizmên girtiyan a li Wanê di roja 97'an de didome

  • 16:23 23 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Têkoşîna xizmên girtiyan a bi daxwaza edaletê ya li Wanê di roja 97'an de didome.
 
Xizmên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û yên nexweş bên berdan her wiha binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe li Baroya Wanê ya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê di roja 97'an de didome. Dayika Botan Timur ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de Aslihan Timur û Dayika Sinan Karel  ê di Girtîgeha Wanê de Zeynep Dayan domandin. Komeleya Lêkolînê ya Serhat Goçê çû serdana Nobeda Edaletê. 
 
'Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan'
 
Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Serhat Goçê, Gulşen Kurt da zanîn ew her demê piştgiriyê didin serhildana dayikan û wiha got:"Polîtîkayên îktidarê binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dike. Divê Wezareta Dadê demildest dengê dayik û bavên girtiyan bibihîse. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan." Her wiha Gulşenê banga hestiyariyê û piştevaniyê li  hemû saziyên civaka sîvîl kir.