Li ber ATK’ê bang: Li gorî qanûnên xwe tev bigerin

  • 16:21 23 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, îro li pêşiya ATK’ê berdewam kir. û malbatan ev bang kir: “Li gorî qanûnên xwe tevbigerin” 
 
Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 128’an de jî berdewam kir. Malbatan, çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, DBP, OHD û MED-DER’ê jî amade bûn û piştgirî dan malbatan. Di dema çalakiyê de di navbera malbat, parêzer û polîsan de nîqaş derket. Piştre jî daxuyanî hat dayîn. 
 
Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Partiyên siyasî soz dabûn me lê soza xwe pêk neanîn. Her wiha Wezîrê Edaletê jî berpirsyariya xwe pêk nayîne. Daxwaza me ya ji partiyên siyasî ew e ku bêyî dereng bimînin pirsgirêkê bêkin rojeva Meclisê. Banga me ji partiyên siyasî re ew e ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin.” 
 
Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî bal kişand ser girtiyê bi navê Şervan Can Guder ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Nazîme, anî ziman ku ew naxwazin darbestên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û bang li wezîrê edaletê kir ku girtiyan berdin. 
 
‘Li gorî qanûnên xwe tevbigerin’ 
 
Ji çalakvanan Încî Guler jî daxuyand ku ATK raporên derhiqûqî amade dike û wiha domand: “Banga min ji bo bijîşkên ku biryara neberdana girtiyên nexweş didin ev e; dema we destûrnameya xwe wergirtî we çi soz dabe, wê soza xwe bi cih bînin. Qanûnên we çi bin, li gorî wan tevbigerin.” 
 
Herî dawî jî Reşahat Ada axivî û ev tişt anî ziman: “Banga min ji Wezîrê Edaletê û serokomarê Tirkiyeyê ev e; em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Banga me ew e ku edaletê pêk bînin.” 
 
Çalakiya malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.