Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Kartalê de girt

  • 16:08 23 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Polîsan bi ser  Avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kartalê de girt. Lêgerîna li avahiyê berdewam dike.
 
Polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya navçeya Kartalê ya Stenbolê de girt. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîneke nehat zanîn de bi ser avahiyê de hatiye girtin. Dema ku bi ser avahiyê de hat girtin hevserokên partiyê ne li wê bûne.
 
Dema polîsan li avahiya navçeyê lêgerîna xwe berdewam dikir, partîzanan jî li ber avahiyê kom bûn.  Li bendê ye kudi saetên pêş de daxuyanî bê dayîn.