Komîteya Amedekar a Newrozê: Gel hewlwesta wan vala derxist

  • 15:40 23 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li hotêla New Gardenê daxuyaek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi astengkirin û êrîşan hewil dan ku Newroza Amedê qels bidin xuyakirin lê gel helwesta wan vala derxist.
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li hotêla New Gardenê daxuyaek da. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Remziye tosun û Dêrsîm Dag jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dîmenên binpêkirina mafan a Newroza Amedê hate temaşekirin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Amedê  Zeyyat Ceylan axivî û spasiya gel û komîteya amedakar kir. Zeyyat, diyar kir ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku tevlîbûn çênebe hemû rê û rêbaz ceribandin û wiha berdewam kir: “Di Newroza Amedê ya dîrokî de desthîlatdaran hewil da ku nerînek wekî “Kes li HDP’ê xwedî dernakeve” derxînin pêş. Hêvî dikirin ku tenê bi hezaran kes wê beşdarî be. Roja Newrozê bi hezaran Polîs li Amedê bi cîh kirin. Gel ji bo ku bikeve qadê ji 6 nokteyên lêgerînê hate derbaskirin. Her wiha welatî bi saetan li ber derî dan sekinandin. Gelek kes hatin derpkirin û binçavkirin. Polîsan gelek astengî derxistin."
 
'Nehiştin wêneyê Aysel Tûglûk li qadê were daliqandin'
 
Zeyyat destnîşan kir ku nehiştine wêneyê sîyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk li qada Newrozê bidin daliqandin û wiha berdewam kir: “Roja Newrozê polîtîkayek taybet hate meşandin. Bi her cûreyan êrîş hate kirin û astengî derxistin. Bi vê helwesta xwe  êrîşî çand, ziman û hunera kurdî kirin. Lê bele tevî van hemû astengiyan jî li qada Newrozê mîlyonan kurd  kom bûn û qad tijî kirin. Ango Gelê Kurd polîtîkayên serdestan vala derxistin. Peyama Newroza Amedê şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan e, Azadiya Gelê Kurd e, azadiya girtiyên sîyasî û yekititya Gelê Kurd e. Gelê me bi hêz û baweriyek mezin li Newrozê re xwedî derket.”
 
‘Polîtîkayên li dijî jinê yên dijminane hatin pêşxsitin’
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî bal kişand ser astengiyên di newerozê de hatin derxistin û got: “ Bi astengkirinan xwestin Newrozê qels bidin nişandan. Di 8’ê Adarê de jî di bin navê “lêgerînê de’ tundî li jinan kirin. Ev heman helwest li qada Newrozê jî pêk anîn. Bi vî awayî têketina jinan a qadan Newrozê hate astengkirin. Desthîlatdar dijminatiya xwe ya li dijî jinê di her demê de nişan dide. Lê bele helwest û sekna gelê me ya polîtîk ew êrîş vala derxistin.”
 
Parêzêr Serhat Eren jî li ser mijara binçavkirinên di Newrozê de sekini. Serhat da zanîn ku bêriya Newrozê 24 jin hatibûn binçavkirin û ji wan 11 jin hatibûn girtin. Serhat di berdewamiyê de wiha got: “Bi binçavkirin û girtinan beşdarbûna gelek kesan ya ji bo Newrozê hate astengkirin. Bi binceta cil û bergên kurdî û bandajên kesk, sor û zer welatî hatin astengkirin. 500 Kes hatin binçavkirin ku ji wan 50’î kes zarok bûn. Kesên ku hatin binçavkirin bi saetan li ber hewaya sar hatin sekinandin û muameleya nebaş li wan hat kirin.”
 
Daxuyanî bi pirsen çapemeniyê bi dawî bû.