Serdanên ji bo Nobeda Edaletê ya Îzmîrê didomin

  • 15:33 23 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Baroya Îzmîrê da destpêkirin di roja 29'an de didome. Welatiya bi navê Hediye Korkut banga piştevaniyê li hemû saziyan kir û ji bo Deniz Poyraz jî daxwaza edaletê kir. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan û ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên li girtîgehan li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 29'an de didome. Îro jî hinek welatî çûn serdana Nobeda Edaletê. 
 
Ji welatiyên hatine serdana Nobeda Edaletê Hediya Korkut, banga piştevaniyê li hemû saziyan kir û ji bo Deniz Poyraz jî daxwaza edaletê kir.