Rapora 8'ê Adarê ya ÇHD'ê: Ji bo tehliyeyê poşmantî tê ferzkirin

  • 14:46 23 Adar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Şaxa Komîsyona Xebatên Zayendiya Civakî û Jinê ya ÇHD'ê ya Enqereyê di rapora xwe ya bi çarçoveya 8'ê Adarê de hat gotin poşmantî li ser girtiyên dixwazin ji tehliyeya bi şerd fêdeyê bigirin, tê ferzkirin. 
 
Şaxa Komîsyona Xebatên Zayendiya Civakî û Jinê ya Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) ya Enqereyê serdana di 7'ê Adarê de ya li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de hat kirin wekî rapor parve kir. 
  
Di raporê de behsa Sibel Balaç a ev 95 roj in di rojiya mirinê de ye hat kirin her wiha bi girtiyên bi navê M.K., Z.Y., N.Ş., S.P., S.S. hevdîtin hat kirin. 
 
Rojnameyên dixwazin nayên ber destên wan
 
Di raporê de hat diyarkirin ku sepandina tecrîdê didome û hat gotin dema telefonê ya girtiyên edlî ji yên siyasî bêtir in û binpêkirinên mafan didomin. Her wiha hat gotin kesên dixwazin girtiyan bibînin lêpirsîna ewlehiyê li ser wan tê ferzkirin û hat ragihandin ku her tim li qawişan lêgerîn pêk tên. Di heman demê de di raporê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê destûrê nade weşana qenalên mûxalîf û rojnameyên dixwazin nayên ber destên wan. Pirtûk ji du mehan carekê tên dayin û jin nikarin xwe bigihêjin pedên paqij. 
 
Nameyên kurdî dereng tên dayin
 
Her wiha di raporê de hat bilêvkirin ku nameyên bi kurdî bi mehan şûnde tên dayin û hat gotin înfaza girtiyan tê şewitandin. Li gor raporê tedawiya girtiyan tê astengkirin û ji bo bên tehliyekirin poşmantî li wan tê ferzkirin.