Qedexeyên Talîban ên li ser perwerdeyê didomin

  • 13:54 23 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qedexeyên Talîban ên perwerdeyê yên li ser jin û zarokên keç didomin. 
 
Rêveberiya Talîbanê ya di raya giştî ya navnetewî de soz dabû ku wê perwerdeya zarokên keç berdewam bike, vê carê jî bi gotina “Ger cilên dibistanan li gor zagon, çand û kevneşopiya Efgan were sazkirin, li gor vê dê biryara vekirinê were ser ziman” bêyî ku vebibe, dibistanan girt.
 
Piştî soza Talîbanê rûxmê ku bendewariya vekirina dibistanên zarokên keç hebû, car din ji bo dîrokek pêşdetir hat taloqkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Miduriyeta Wezareta Perwerdeyê ya Netewî ya Talîbanê ve hat dayin.