Zarokan li Dibistana Seretayî ya Merryhillsê Newroz pîroz kirin

  • 13:46 23 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dibistaneke seretayî ya li Londonê, bi armanca danasîna kurdan bi navê 'Hefteya Newrozê' çalakiyek ji bo zarokan hat lidarxistin.
 
Newroz ku ji aliyê Kurdistaniyan ve weke roja 'berxwedan û azadiyê' hate pîrozkirin, ji aliyê gelan ve jî bi baldarî tê şopandin.
 
Dibistana Seretayî ya bi navê Merryhills a li Londonê, ji bo gel, bawerî, nasname û çandan hînî xwendekaran bike, çalakiyan li dar dixe. Dibistanê bi wesîleya Newrozê têkildarî kurdan çalakî li dar xist.
 
Mijara bingehîn a çalakiyan jî "Newroz" bû ku ji bo danasîna çand, ziman û muzîka gelê kurd pêk hat.
 
Di çarçoveya çalakiyan de Newroz hate pîrozkirin. Bi navê Meclîsa Gelê Kurd Hevserok Elîf Sarican hate vexwendin. Elîf Sarican ji zarokên 5-7 salî re qala dîroka Newrozê kir.
 
Piştre jî stranên Newrozê yên Awazên Çiya ji bo zarokan hatin nîşandan.
 
Zarokan jî li ber stranên Newrozê dans kirin. Her wiha sînevîzyonek li ser kurdan û Newrozê hate nîşandan.
 
Di çarçoveya çalakiyan de pêşangeheke biçûk a ji wêneyên zarokan ên li ser Newrozê hate nîşandan. Li dibistanê tevahiya hefteyê wê li ser Kurdan û Newrozê çalakî bêne lidarxistin.
 
Rêveberiya dibistanê diyar kir ku di her Newrozê de wê li ser kurdan çalakiyan lidar bixin û di vê mijarê de deriyên xwe her tim li Navenda Civaka Kurd vedikin.