Kurdên li Rûsyayê Newroz pîroz kirin

  • 13:43 23 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên Krasnodarê ya Rûsyayê li hêwana Opera Plasê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
 
Kurdên ku li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê dijîn agirê Newrozê pêxistin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr a Krasnodarê hatin cem hev, bi konsêrekê cejna Newrozê pîroz kirin. 
 
Li hêwana Opera Plasê Kurdên Krasnodarê hatin cem hev û bi konserekê, Newroz bi coşî pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadî hate xwestin, hate diyarkirin bi têkoşîna ku Ocalan beriya niha bi 50 salî dayî destpêkirin kurd ji nemanê xilas bûne.
 
Li ser navê kurdên Krasnodarê Endamê KNK'ê Feyzo Husenovîç, li ser navê Tevger Jinana Rûsyayê Sinem Broeva û serokê Okrganîsasyona Medyayê ya Kurdên Krasnodarê Têlman Kaçax axivîn. Di axaftinan de hat gotin têkoşîna azadiya kurd bi her Newrozê re vedije û Newroz li Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan, li gelê  kurd û têkoşerên Kurdistanê pîroz kirin.
 
Piştî axaftinan Hozan Diyar, stranbêjên herêmî Ahmed strandin. Her wiha koma folklorê Kulîlkên Rojê govend gerand û Bêrîvanê bi muzîk û stranên xwe coşa gel rakir.