Rojnameger Glavij Moradî jiyana xwe ji dest da

  • 11:10 23 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Glavij Moradîa ya ji Rojhilatê Kurdistanê, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnamegera Glavij Moradia ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Glavij Moradia ku 20 salên dawî yên jiyana xwe bi gelek xebatên rojnamegeriyê yên neteweyî û herêmî derbas kir, îmze avêt bin gelek avabûna saziyên rojnamegeriyê. Glavij Moradia ya herî dawî rêveberiya weşana giştî ya kovara "Behyanî", li Kurdistanê weşanê dike meşand, endama Desteya Rêveber a Mala Çapemeniya Kurdistanê bû.
 
Cenazeyê rojnamevana kedkar li goristana Behesht Mohamadî ya bajarê Sineyê hat veşartin.