ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN

  • 09:00 23 Adar 2022
  • Rojev
 
*Rêhevalên Rojnameger Nûjiyan Erhan ên bi wê re di nava xebatan de cih girtine û bûne şahidê têkoşîna wê wiha gotin:"Nûjiyan dengê jinên Şengalê bû, di nava heval û karê xwe da her tim jêhatî bû. Her tim dixwest tiştên nû biafirîne. Mîna navê xwe di jiyana xwe de jî nûjen bû. Armanca yekemîn a Nûjiyanê ew bû ku rastiyê ji raya giştî re ragihîne û li ser vî esasî xebatên xwe bi hevalên xwe re dikir. Bi rihê Nûjiyanan em jî karê ragihandina azad didin meşandin." DÎMEN HEYE
 
*Çîroka Newrozê, Kawayê Hesinkar û yên ku rihê wî hildigirin, têkbirina Dehaq temsîl dike. Vêxistina agir ji ber vê yekê nîşaneka watedar e.Bi piştgirîya gelan, raperîna Kawa ye, li hember Dehaqê zordest. Hişyarbûyîn a xwezayê ye. Li gor gelên Rojhilata Navîn vejîn û roja nû ye. Di heman demê de mizgînîya biharê ye. JI PÊNÛSA JINÊ
 
* Jinên tevli Newroza Stenbolê ya li Yenîkapiyê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan bûne û gotin: “Gelê kurd li gel serokatiyê ne.”  DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedaran der barê Tifaqa Demokrasiyê de ku di çarçoveya ‘rêya sêyemîn’ de duyem civîna xwe pêk anî de nirxandin kirin û gotin: “em tifaqa demokrasiyê ku pêngav bi pêngav li qadan têkoşîn tê mezinkirin û destkeftî tên bidestxistin, hedef dikin. Em ê pergaleke cuda bi tifaqê derxin pêş.” DÎMEN HEYE