Nûjiyan Erhan li Şengalê hat biranîn

  • 15:42 22 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bi pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Jinên Şengalê merasîma bîranînê ji bo rojnemevan Nûjiyan Erhan hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Jinên Şenagalê di salvegera 5’emîn ya qetilkirina rojnemevan Nûijyan Erhan de, îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan de merasima bîranîna rojnemeva Nûjiyan Erhan hat lidarxstin. Di merasîmê de bi dehan rojnemevanên Şengalê amade bûn. Her wiha dayîk û Endamên Meclîsên Şengalê jî serdana gora Şehîd Nûjiyan Erhan kirin.
 
Di destpêka merasimê de ji aliya Rojnemevana Nesrîn Hisên ve daxuyanyek ji raya giştire ragihand û got: "Heval, memoste û şehîda me Nûjyan Erhan li ser xeta heqîqeta civaka azad, netewa demokratik û azadiya gelan bi kamîra û pênosa xwe bû sembola rojnemevana azad. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bû rastî di tarîtiyê de nemîne bê rawestandin bû şopdara Gurbet Elî Ersoz û bi dehan şopînerîn heqîqetê. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo îxanet, hûvîtî û tarîtiya ku bi ser civaka êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibû kirin ji raya giştî re parve bike û pilanên qirêj li ser civaka me ya êzidî eşkere bike, berê xwe da deşt û çiyayên Şengalê. Mamosteye me ya yekemîn Nûjiyan Erhan bi pênûsa û kamîraye xwe çîroka bi sedan jinên Êzidî yên ku di zinarên çiyayên Şengalê de asî mabûn guhdar dikir û barve kir. Çeper bi çepber qehremantiya şervanên azadiyê dişopand û radighand.”
 
Nesrîn Hisên di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişan li ser bandora xebata Nûjiyan Erhan li ser civaka êzidî bi taybet li ser jinên êzidî kir û wiha pêda çû: “Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo me weke jinên êzidî ronahiya hêviyê bû û weke navê xwe jî jiyanekî nû ji jinên Şengalê re bi xwe re anî. Mamosteya me Nûjiyan Erhan zanabûna û wêrektiya xwe bi jin û ciwanên Şengalê re parve kir û bû yekem kes ku ji jinên êzidî raghandinekî ava dike. Hevala Nûjiyan ragahandin ne tenê weke meslekî fêrî me kir. Hevala me Nûjiyan fêrî me kir ku berê her tiştî lazime riha hevaltî pîvana yekem ya jiyana me be. Ji mere nîşan de ku ragahandin bi şopandina rastiya civaka xwe û di xizmeta civaka xwe kar bike wê demê dibe ragihandina azad.”
 
Di dirêjahiya daxuyaniyê de Nesrîn Hisên balkişand li ser îxaneta ku di necama wê de rojnemevan Nûjiyan Erhan jiyana xwe ji dest dabû û wiha bilêv kir: “Bi sed mixabinê PDK’ê yê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê revî û civaka me ru bi ruyê fermanekî re hêştin, li şuna ku rexnedayîna xwe ji civaka mere bide û li kêlek şervanên me û gêrîllayên Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer bike, bi îxanetekî mezin di 3’yê Adar 2017’an de pêşmergeyên Roj yên bi ser PDK’ê ve êrîş anîn ser Şervanên Azadiyê. Ev buyer aste durbûna PDK’ê ji doza Kurdistanê ji mere nîşan dide. Hêrsa PDK’ê li hember ragahandina azad ji 3’yê Tabaxa 2014’an de di dema eşkere kirina îxaneta wan li hember civaka êzidî heye roja îro bedewam dike. Hevala Nûjiyan ji ber ku di her kêliyên berxwedana Şengalê de li pey heqîqetê bû, bû hedefa hêzin xayîn û nukeran. Hevala Nûjiyan di 3’yê Adara 2017’an de di seatên sibehê de berê xwe da çeperên şer da ku îxanete PDK’ê eşkere bike. Lê bi nemerdana bû hedefa hêzin PDK’’ê û di 22’yê adarê de ji ber birîndariya xwe ya giran gihîşt aste şahadetê.”
 
Di dawiya daxuyanî de hate gotin ku doz û xeta ku Nûjiyan Erhan şopandiya ji bû jinên Şengalê xet û doza jiyanê ye. Her wiha soz hate dayîn ku tu car wê ne pênûs ne jî kamîreya Nûjiyan Erhan li erdê nemîne. Nesrîn Hisên daxuyanî wiha bi dawî kir û got: “ Hevala Nûjiyan bi kar û xebata xwe ji bo parastina dîroka civaka me ya êzidî hafîzeyekî ava kir. Bi kamîra û pênusa xwe di dîrokê de navê civaka êzidî nivîsand. em jî weke şopdarên rêheval û memosteya xwe li vê dîorka ku tê nivîsandin xwedî derdikevin. Emê heya dawî parastina vê hefîzeyê bikin. Em weke Yekîtiya Ragahandina Jin ya Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe jî ku em ê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan Erhan de bin. Me pênûs û kamîra Nûjiyan Erhan hilgirtiye û em tu car nahêlin li erdê bimîne. Çawa ku hevala Nûjiyan fêrî me kir ku ragahandin li peye şopa heqîqetê ye û li gel civaka xwe jî, em ê her li ser vê rastiyê kar û tekoşîn bikin. Û em ê bi pênûsa xwe heseb ji hêzin nuker û xayînan bixwezin.”
 
Piştî daxuyanî endamên ragihandinê bi gul berê xwe dan gora rojnemevan Nûjiyan Erhan û wan gulan li wir çandin. Her wiha dayîk endamên meclîsa gel a Xanasorê gura şehîd Nujiyan Erhan ziyaret kirin.
 
Rojnemevan Îbrahîm Êzidî ji ajansa mere axivî û diyar kir ku piştî şehadeta Nûjiyan Erhan weke bersiv dayîna xayînan berê xwe da ragahandinê û wiha got: “Di savegera 5’emîn ya Şehîd Nûjiyan em wê û hemû rêhevalên xwe yên ku di şopandina hqîqetê de jiyana xwe ji dest da bibîr tînin. Çawa ku gerîllayên azadiyê berê xwe dan çiyayên Şengalê û pêşengtiya ji sîstema Netewa Demokratik re kirin, şehîd Nûjiyan jî pêşengtî ji avakirina Ragahandina Êzidîxanê re kir. Piştî şehadeta Nûjiyan me berê xwe da raghandinê. Lê li Şengalê ne tanê ragahandin şehîd Nûjiyan nas dike. Dayîkên Şengalê yên herî zêde Nûjiyan nasdikin û dikarin bi seatan ji mirov re qala keseyate Nûjiyan bikin. Em jî weke şopdarên şehîd Nûjiyan cîrokên ku Nûjiyan dinivîsand em ê temam bikin.
 
Hêjayê bi bîrxistinê ku di fermana 3’ye Tebaxa 2014’an de ku li dijî civaka êzidî pêkhatibû, rojnemevan Nûjiyan Erhan ji şopandina rastiya heyî berê xwe da çiyayên Şengalê. Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa pêşmergên PDK’ê ya li hember civaka êzidî li ser rêya navbera Sînaun û Xanesorê de hate suikast kirin û jiyana xwe ji dest da. Ji ber bandora li peyî xwe hêlayî gelek malbatên Şengalê navên zarokên xwe kirin Nûjiyan û bi gelek keçên ciwan jî bûn şopdarê wê."