Ji Newroza Mêrdînê qêrîna azadiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind bû

  • 09:07 22 Adar 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarê atmosfera pîrozbahiyên Newroza Mêrdînê nirxandinên xwe parve kir û got: “Li her navçeyê, li her taxê bi hezaran nîştecihên Mêrdînê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan agirê Newrozê gur kirin. Îsal Newroz bû Newroza azadiya birêz Abdullah Ocalan.”
 
Komîteya Amedekar a Newrozê ya Mêrdînê bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye”  li 5 navçeyên Mêrdînê Kerboran, Qoser, Dêrik, Stewr û herî dawî li Nisêbînê pîrozbahiyên girseyî li dar xist. Herwiha li gund û taxên Mêrdînê jî xebat hatin meşandin û agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran nîştecihên Mêrdînê bi cil û bergên xwe yên gelêrî, laçikên kesk, sor, zer ve daketin qada Newrozê. Mêrdîn bi girse û rengê xwe ve, bi taybetî jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” re Newroza 2022’yan kirin Newroza azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarî xebatên dane maşandin û atmosfera Newrozê nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
3 roj in banga azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin
 
Starta Newroza 2022’yan di 15’ê Adarê de li navçeya Êlkê ya Şirnexê hate dayîn û piştî wê li dora 73 navendan pîrozbahî hat lidarxistin. Li hemû navçeyên Mêrdînê xebatên wê hatin meşandin. Di 19’ê mehê de li Kerboran û Qoserê, di 20’ê Adarê de li Dêrik û Stewrê û herî dawî jî li Nisêbînê agirê fînalê hat pêxistin. Bi hezaran welatî li her navçeyê kom bûn û bi taybetî jî bi 10 hezaran li Nisêbînê hatin gel hev. 3 roj in li Mêrdînê banga azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin. Li qada Newrozê ya navçeyên Mêrdînê dengê dirûşmên  “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” kêm nebûn. Newroza Mêrdînê bû Newroza serkeftina li dijî tecrîdê.
 
Ne serma, ne walî bû asteng
 
Li Bakurê Kurdistanê hefteyek ku ji aliyê şert û mercên avhewayê ve hişke derbas dibe. Li herêmê û li Mêrdînê jî bê navber berf û baran barî. Di serî de nîştecihên Kerboranê rûxmê berfê daketin qadan û bi cil û bergên xwe yên gelêrî Newroz pîroz kirin. Ji newroza Stewrê re rojek mayî Walî destûra pîrozbahiyê neda. Li dijî astengiyê gelê Stewrê û komîteya amadekar a Newroza Stewrê ji bo pîrozkirinê bi israr bûn. Beriya Newrozê demek kurt mayî de Walî neçar ma ku destûrê bide. Lewra gel ji bo pîrozbahiyê ne li benda destûra kesî bûn. Ji bo Nisêbînê beriya rojekê Walî biryara xwe ragihand. Ji bo pîrozbahiya Newrozê destûr dabe jî ji bo belavkirina belavokan û ji bo maşîneya anonsê destûr nehate dayîn. Herwiha ji bo xebat neyên meşandin dereng biryara xwe ragihandin. Ji Kerboranê heya Stewr û Nisêbînê gel ne serma, ne jî astengên Walî û polîsan nas nekirin.
 
‘Sedsala serkeftina gelê kurd e’
 
Perîhanê got me bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê ye” dest bi çalekiyan kir û di çalekiyan de jî gel serkeftinê nîşan da. Perîhanê wiha Newroza îsal nirxand: “Îsal ji bo gelê kurd saleke girîng e. Bi tecrîd, polîtîkayên êrişên taybet, êrişên li dijî gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd pêvajo hatin meşandin. Bi taybetî jî êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên kirin em dikarin bînin ziman. Bi tecrîdê ve girêdayî li Tirkiyeyê kaosên mezin rû didin. Yek jê pirsgirêka kurd e û ji bo vêya jî rêya çareseriyê asteng dikin. Ji ber vê yekê jî îsal ji bo me salek girîng bû ku êdî em encamên têkoşîna xwe digirin. Em îsal li dijî polîtîkayên ku dijminatiya kurdan dikin, vê salê dikin sala serkeftinê. Em newroza 2022’yan dikin sedsala serkeftina gelê kurd.”
 
‘Bi azadiya jinê re ber bi azadiya gelê kurd ve’
 
Perîhanê got me bi rihê 8’ê Adarê agirê Newozê geş kir û wiha berdewam kir: “Yek ji xalên herî girîng azadiya jinê ye. Me azadiya jinê ji xwe re weke destpêk dît û em bi azadiya jinê re azadiya gelê kurd dikin armanc. Me di 8’ê Adarê de qada pîrozbahiyê vegerand qada serhildana jinê û me di Newrozê de jî serkeftina wê serhildanê pîroz kir. Li dijî jinên kurd êrişeke taybet tê meşandin. Jinên kurd ên siyasetmedar dîl tên girtin û di girtîgehan de jî rastî binpêkirinên mafan tên. Mînaka wan a sereke jî Aysel Tugluk a ku rûxmê nexweşiya xwe tê girtinê ye. Li dijî jina kurd li dijî vîna kurd êriş dikin û dixwazin bi van rêbazan gelê kurd bifetisînin. Lewra bersiva herî xurt ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê jinên kurd dan.”
 
‘Hêviyên me bilind bûn’
 
Perîhanê got di çarçoveya van mijaran de ew gund bi gund, tax bi tax geriyan xwe gihandin hemû welatiyan û xebatên Newrozê dan meşandin. Perîhan wiha qala amadekariyan kir: “Me li hemû taxan û navçeyên Mêrdînê xebatek girseyî li dar xist. Tê zanîn gelê kurd li gorî wateya Newrozê ya berxwedan û serhildana li dijî Dehakan e pîroz dikin û bi bîr tînin. Di Newrozê de gelê kurd daxwaz û hêviyên xwe yên sala nû parve dikin. Di qada Newerozê de bi parvekirina daxwazên xwe re jî di heman demê de yekitiyekê jî ava dikin. Îsal jî ji gundan heyanî roja dawî ya pîrozbahiya Nisêbînê jî gel bi girseyî beşdar bûn û bi qêrîna xwe li qadan bûn. Di amadekariyan de ya ku me fêm kiriye û me dîtiye hêz da me û hêviyên me yê serkeftinê bilind kir.”
 
‘Dirûşme coş zêde dikir’
 
Perîhan bal kişand ser pîrozbahiyên hatine lidarxistin û atmosfera heyî wiha parve kir: “Me li Elkê starta xebatan da. Ji Elkê heya 21’ê Adarê sermayek hişk hebû û gel rûxmê sermayê daketin qadan. Gel astengî jî nas nekir û provekasyonên polîsan û Walî jî nas nekirin. Ji hemû pîrozbahiyan peyama yekitî û azadiya birêz Abdullah Ocalan hate parvekirin. Li gel axaftvanan girseyê jî bi dirûşmên xwe û qêrîna xwe daxwazên xwe gotin. Coşa wan coşa me zêde kir. Ev Newroz bû hêvî û bû Newroza serkeftinê.”