Di pîrozbahiya Newroza Amedê de gelek kes hatin binçavkirin

  • 08:14 22 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di pîrozbahiya Newroza Amedê de herî kêm 780 kes hatin binçavkirin. 
 
Di Newroza Amedê ya bi girseyî ku hat pîrozkirin de herî kêm 780 kes hatin binçavkirin. Di saetên sibehê de polîsan qad dorpêç kiribûn û xwe li 6 nokteyên lêgerînê bi cîh kiribûn. Welatiyên ku ji nokteyên lêgerînê derbas dibûn lêgerîna hûrgululî hat ferzkirin. Gelek welatî ji ber cil û bergên xwe yên gelêrî û rengên kesk, sor û zer nikaribûn bikevin qadê.
 
Ji ber ku di ketinên qadê de xelk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bernameya pîrozbahiyê dereng dest pê kir. Bi hezaran kes bi saetan di ketinên qadê de hatin sekinandin. Gel bertek nîşanî polîsan da û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimîn. Gelek bi êrişa polîsan re rûbirû man û ciwanan bi avêtina keviran bersiv da êriş û astengiyan. Li ser berxwedana gel polîs neçar man xwe paş ve vekişînin û deriyan vekin. Li ser vê yekê bi deh hezaran kes herikîn qadê. 
 
Ji ber rageşiya ku di navbera polis û welatiyan de derket bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Polîsan bi ava tazîk û gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin. Her wiha piştî bûyerê kesên ku birîndar bûn di demek dereng de rakirin nexweşxaneyê.
 
Hat zanîn ku herî kêm 780 kes hatine binçavkirin û wan sewqê Emnîyeta Amedê kirine. Kesên ku hatine binçavkirin zêdetirê wan ciwan in. Xizmên kesên ku hatine binçavkirin li ber derê Emnîyetê disekînin. Li gorî agahiyên ku hatine destgirtin îfadeya kesên ku hatine binçavkirin dest pê kiriye û wê piştre sewqê edliyeyê werin kirin.
 
Helîme Erdem a 67 salî ku ji ber rengê kesk sor û zer hatiye binçavkirin û piştî îfadeya xwe serbest hate berdan diyar kir ku ew zilmê qebûl nakin. Helîme, wiha bertek nîşan da: “Qey hatina Newrozê sûc e, êrişî ewqas kesan kirin. Ez ji ber rengê kesk û sor û zer hatim binçavkirin.  Wêneyê min kişandin û wekî min tiştekî sûc kiriye nêzî min bûn. Di îfadeyê de jî li gelek kesan dan. Tu wîjdanê wan tune ye û zilmê dikin.”