Ji Newroza Amedê: Bê Serok jiyan nabe!

  • 18:29 21 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê tevî provokasyon û astengiyên polîsan jî bi sed hezaran kes li qada Newroza Amedê kom bûn û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kirin. 
 
Li bajarê Amedê ku her sal bi beşdariya sed hezaran kes Newroz tê pîrozkirin, îsal jî bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” pîrozbahiya fînalê hat lidarxistin. Pîrozbahî li Parka Newrozê ya Amedê pêk hat.  Li Qada Newrozê brandayên mezin ên “Newroz pîroz be” hatiye daliqandin ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û bi zimanên tirkî, ermenikî, erebî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di heman demê de li ser dika protokolê jî bi zaravayên kirmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin.  
 
Posterê Denîz Poyraz ku di encama êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin û pankartên “Em ê bi ruhê Newrozê teqez bi ser kevin”, “Newroz Rahşan û Bêrîvan e, Newroz Zekiye Alkan e”, “Newroz azadî ye”, “Kesek nikare vîna gel xesp bike” û “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye” li qadê hatibûn daliqandin. 
 
Hêj di saetên zû yên serê sibehê de bi sed hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi tililî û dirûşman berê xwe dabûn Qada Newrozê. Tevî astengî û provokasyonên polîsan jî bi sed hezaran li qadê kom bûn. Li qadê bi sed hezar kes daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên azadiyê berz kirin. 
 
Ji qadê dirûşmên  “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berz kirin û heta dawiya pîrozbahiyê jî heman dirûşm hat berzkirin.  
 
Pîrozbahiya Newrozê Amedê piştî stranên Rojda qediya.