Cizîra Botan gotina xwe kir: Em ê bi ser kevin

  • 16:26 21 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di Newroza Cizîrê ku bi sedhezaran kes tevli bûn de daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê hat kirin û gotin, "Teqez em ê bi ser kevin."
 
Li navçeya  Şirnex a Cizîrê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Qda Newrozê bi tevlibûna sedhezaran hat kirin. Di pîrozbahiyê de li gel govend û dîlanê bênaver dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bêserok jiyan nabe" û "Bijî Newroz " hatin berzkirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Seroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zîrîg, Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Kamu Emekçîlerî Sendîklerî (Sendîklerî), Meclîsa Jinan a HDP'ê,  MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, Hevserokên Şaredariya Silopiyayê, ÎHD'! Cizîrê, Dayika  Orhan û Mehme Tûnç Esmer Tûnç û malbatên Asiya Yuksel û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
 
Di pîrozbahiyê de destpêkê endamê Komîteya Amadekar a Newrozê  Mesut Nar axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku bila di serî de li Îmraliyê li hemû girtîgehan tecrîd bê bidawîkirin û ji bo azadiya girtiyna têkoşîn bê dayîn.
 
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz jî got ku ew di salvegera 30'emîn a qetlîama 1992'yan de bi ruhê berxwedanê hatine qadê û kesên ku wê demê di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
 
Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan kutlu jî got, "Ew ê heta dawî li gel gelê xwe bin. Em dest ji têkoşînê bernadin û heta ku têkoşîna me bi ser keve em ê li ber xwe bidin.
 
Hevşaredarê Cizîrê Mehmer Zirig jî got, "Gê me berî niha 30 slan çawa ev zilm bi dawî kir wê îro jî bi dawî bike.
 
Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş di pîrozbahiyê de bal kişand ser gotina Mehmet Tunç û got: "Em ê deriyê girtîgehan bişkenîn. Dehaqên îro dîsa êrişê gel dikin. Lê îro dibînin ku jin, ciwan li vir in û dibêjin an azadî yan azadî." 
 
Parlamentera Nûran Îmîr jî jî ser girîngiya Newrozê rawestiya û wiha axivî: "Nêzî hefteyeyeke bi milyonan kes li qadan azadiyê diqerîn. Divê dewlet dengê gelan êdî bibhise û guh bide daxwaza gelan. Îro gel azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Daxwaza gel azadiya girtiyan e. Pirsgirêka kurd bi tecrîdê nayê çareserkirin, bi polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê nayê çareserkirin." 
 
Piştî axaftina Nûranê agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêxistin. 
 
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û bandora polîtîkayên tecrîdê ya li ser gel. Omer, her wiha diyar kir ku bi salane şerek tê meşandin û bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest da, tekane rawestandina şer dê bi saya Abdullah Ocalan pêk bê. 
 
Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê berdewam kir.