Li Sêrtê Newroz bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' hat pîrozkirin

  • 16:10 21 Adar 2022
  • Rojane
 
SÊRT - Li Sertê Newroza "Dem dema serkeftinê ye" bi dirûşma "Bijî Serok Apo” hat pîrozkirin. 
 
Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Li Sêrtê gel serê sibê ji malên xwe derketin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Li qada pîrozbahiyê alên HDP'ê hatin daliqandin û jin, zarok, ciwan û pîr û kal bi cilên xwe yên herêmî û bi rengê kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Newroza Sêrtê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Komîteya Amedekar a Newrozê derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Piştre Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser destkeftiyên kurdan û got: "Em ê bi hev re bi teqes bi ser kevin. Em her tim mafdar bûn. em mezin dibin ew biçûk dibin. Hebûna we hêzê û hêviyê dide me."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.