Li Ceyhanê jinan agirê Newrozê pêxist

  • 13:59 21 Adar 2022
  • Rojane
 
EDENE - Li Ceyhanê agirê Newrozê jinan pêxist. Di Newrozê de hat gotin ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.
 
Li navçeya Ceyhan a Edenê li Qda Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" Newroz tê pîrozkirin. Li qada ku bi flamayan hat xemilandin û kesên hatin qadê bi kincên xwe yên kurd û bi dirûşma "Newroz pîroz be" û "Bijî serok Apo ketin qadê. Girseya ku li qadê govend gerand kevokên aştiyê firandin.. Pîrozbahî bi rêzgirtinê hat destpkirin. Hevserokên DHP'ê yên Ceyhanê Emîne Baykara û Seyfetîn Aydemîr girse silav kirin.
 
Piştre Dayikên Aştiyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be”, bi çepik û tilîliyan agirê Newrozê pêxistin.
 
'Ji nexweşan re azadî!'
 
Endamê PM'ê yê DBP'ê Yuksel Mutlu ku Newroza gel pîroz kir, têkoşîna jinan silav kir û Kemal Kurkut bi bîr anî. Yuksel di şexsê Aysel Tûglûk de girtiyên siyasî silav kir û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Yuksel anî ziman ku ew xwedî têkoşîn, partî û Newroza gelê kurd in. Yuksel, bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû civakê tê meşandin.
 
Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz jî Newroza gel pîroz kir û got ku ew bi têkoşînê hatine heta roja îro îro. 
 
Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.