Newroza Nisêbînê bi rengên kesk, sor û zer xemilî

  • 13:49 21 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Pîrozbahiya Newrozê ya Nisêbînê di demjimêrê serê sibehê de bi hatina girseyê re dest pê kir. Jin û ciwanên beşdarî pîrozbahiyê bûne bi cil û bergên gelêrî rengên kesk, sor û zer ên li xwe kirine bal kişandin.
 
Komîteya Amedekar a Newrozê ya Nisêbînê bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” li qada Newerozê ya Nisêbînê şahî li dar xist. Malbata Rahşan Demîrel a ku li Kadîfe Kale ya Îzmîrê xwe kiriye Newroz, malbata Garîbe Gezer a di girtîgeha Kandrayê de hat qetilkirin, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Pero Dundar, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistina HDP’ê beşdarî mîtîngê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajarê Mêrdînê Salîh Kuday, parlamenter Ebrû Gunay û Pero dundar axivîn.
 
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Agirê Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hate pêxistin. Bi hezaran welatiyên qada Newrozê dagirtine ala Kurdistana Federal, rengên kesk, sor û zer rakrin. Bername bi axaftinan dest pê kir.
 
‘Nisêbînê cardin navê xwe li dîrokê nivîsand’
 
Ebrû Gunay got em îro li çar parçeyê Kurdistanê agirê tifaqê geş dikin û wiha axivî: “Me ne astengiya wan, ne berf ne baran ne jî serma nas kir. Ne qirkirina di sala 1992’yan a li Nisêbînê kirine bû astenga pîrozkirina Newrozê, ne jî polîtîkayên îro didin meşandin bû asteng. Nisêbîn di 92'yan de dîrok nivîsî îro cardin bi girse û dengê xwe re dîrok dinivîsin. Bila her kes bibe şahidê we û girseya ku we ava kiriye. Qad tê ra me nakin. Yên ku vê girseyê û daxwazên ku gel li vir tînin ziman nabînin dijminê kurdan e. Em li dijî wan dijminan dibêjin îro dem dema serkeftinê ye. Agirê Newerozê bi sê kibrîtan li Girtîgeha Amedê hate pêxistin û bi Rahşan Demîrelan jî geş bû. Em ji vir carek din dengê xwe digihînin Mazlûman, Rahşan û Garîbeyan, em ê nehêlin agirê we vemire. Em ê bi têkoşînê mezin bikin û Newroza we bê mirin bikin.”
 
‘Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e’
 
Ebrûyê da zanîn ku gelê kurd azadiyê dixwaze û wiha got:"Herî zêde hûn bûn şahidê parçebûnê. We tank û top dîtin, we dîwarê xistine navbera me dîtin. Em di vê rojê de cardin soza xwe nû dikin. Ew ê nikaribin me parçe bikin. Soz be em ê li dijî Dehakan bi ser bikevin. Hemû îktidarên ku dijminatiya kurdan kirine bin ketin û îro îktidara AKP’ê jî mehkûmê binketinê ye. Wê gelê me bi ser bikeve. Pêwîst e li qada Newrozê were temaşekirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav werin avêtin. Yên ku li dijî vê tev digerin di tecrîd û dijminatiya kurdan de bi israr in. Gelê kurd azadiyê dixwaze, gelê kurd bê deng namîne. Helwesta me ya HDP’ê jî eşkere ye. Berê me li Newroza 2013’an e, berê me li daxwaza gelê kurd e. Çareserî Birêz Abdullah Ocalan e. Çareserî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Yên ku bi Birêz Abdullah Ocalan re li ser maseyê rûnenên û pê re hevdîtinan nekin dijminatiya kurdan dikin. Ji ber ku çareserî tenê ew e.” Ebrû herî dawî  Newroza girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û dawî li axaftina xwe anî.
 
Herî dawî jî hunermendên bi navê Mikaîl Aslan, Murat Demîr û Koma Sorjiyan li ser dikê stranên xwe berz kirin.