Li Qamişloyê Newroz hat pîrozkirin

  • 13:22 21 Adar 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Gelê Qamişloyê bi dirûşma “Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya Rêber Apo” daketin qada Newrozê. 
 
Bi hatina Newrozê re gelek çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. Îro jî gel bi cil û bergên xwe yên kurdî ji bo pîrozbahiya Newrozê daketin qada Newrozê û Newroza xwe bi dirûşma “Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya Rêber Apo” roja xwe pîroz kirin. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê alê Kongreya Star, QSD’ê, Rêveberiya Xweser, Tev-dem, Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD’ê, Asayîş, YPJ/YPG’ê ve hatibû xemilandin. 
 
Newroz bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Her wiha dayikên cangoriyan agirê Newrozê pêxistin. Di heman demê de dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî Newrozê hate guhdarkirin. Koma Sakîne stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
‘Em bi hev re Newroza Rêber Apo pîroz dikin’
 
Her wiha li ser navê Tev-Dem'ê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif wiha axivî: “Gelê me yê hêja em Newroza 2022’yan li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û hemû berxwedanên zindanan, YPJ-YPG’ê pîroz dikin. Em îro Newroza 50 salî ya Rêber Apo pîroz dikin, loma em şahnaziyek mezin dijîn. Em wek gel tucaran serê xwe li hember zordariyê natewînin. Gelê kurd pêşengtî ji şoreşê re kir. Rêber Apo ji bo gelê Mezopotamyayê jiyanek netewa demokratîk ava kir. Di vê jiyanê de jiyana koletî nîne. Em vê meşa pîroz silav dikin. Em dibêjin tu astengî û zorî nikare meşa azadiyê rawestîne. Kesek nikare me û Rêber Apo ji hev qut bike. Gelê kurd îspat kir ku di rêya Rêber Apo de bi israrek mezin diçe. Îro roja Rêber Apo ye, piştî 50 salî hevpeymana azadî bi Rêber Apo biryardariya xwe da nîşandan. Em bi wesîleya vê rojê weke gelê kurd tucaran dagirkeriyê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Her wiha di roja îro de em ji hikûmeta Şamê re dibêjin êdî bes e ji înkarkirinê re û em dibêjin werin em bi hev re dagirkeriyê têk bibin û aloziyê rabikin. Banga me ji hêzên Kurdistanê re heye ku hevpeymena Lozanê bi dawî dibe û em bi yekîtiya xwe vê peymanê bi dawî bikin. Banga me ji hemû Kurdistanê re heye ku têkiliya bi dijmin re nekin, ji ber, çareserî yekîtiya kurdî ye. Em ji bo hêzên demokratîk a Sûriyeyê re dibêjin, gelek deverên me di bin destan de ye divê hemû hêzên demokratîk a Sûriyeyê rizgar bikin û milê xwe bikin yek. Em bi hev re jiyan û hevpeymanek nû ava bikin û ev yek jî bi destûra demokratîk gengaz e. Em ji bo şehîd û gelê xwe soza xwe ya têkoşînê di vê Newrozê de nû dikin. Tu faşîzîm û înkar nikare meşa azadiyê rawestîne. Em bi hev re Îmralî û Rêber Apo silav dikin. Îro dil û mejiyê Rêber Apo bi me re ye. Ev çar dîwar nikare di navbera me û Rêber Apo bibe asteng. Em ji bo Rêber Apo dibêjin an azadî yan azadî. Meşa 50 salî li we pîroz be.
 
‘Newroz bi rihê Mazlûman dest pê kir’ 
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Behiye Sebrî wiha axivî: "Yên ku dibêje gelê kurd ne hêjayî azadiyê ye, em dibêjin xêrnexwaz e. Em jî beriya her tiştî Newroza îro li gelê kurd, dayikên şehîdan, Rêber Apo pîroz dikin. Em îro Newrozê bi dirûşma azadiya Rêber Apo pîroz dikin. Divê îsal Newroz bi coş be, ji ber ev Newroz a Rêber Apo ye. Gelê kurd fedekar e û leşkerê Rêber Apo ne. Em vê rojê li zarokên xwe yên çiya pîroz dikin. Newroza îsal sala 50 ye û ev newroz bi rihê Mazlûm Dogan dest pê kir û heta îro dewam dike. Wê berxwedan û têkoşîna gelê kurd herdem dewam bike.”
 
Koma Botan a Mûzîk, Koma Saz û Awaz a stran, Koma Nûpelda a stran, Koma Çiyayê Leylûn a stran, Koma Girbawî ya stranan, stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şehîd Welat a govendê, govendên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Osman a şano, şanoyên xwe pêşkêş kirin.
 
Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.