Li Kobanê cejna Newrozê hat pîrozkirin

  • 13:02 21 Adar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi boneya Cejna Newrozê, bi dirûşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya Rêber Apo" şahî li Kobanê hat lidarxistin.
 
Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi munasebeta Cejna Newrozê li Kantona Kobanê Şahî li dar xistin. Di şahiyê de alên, Hêza Parastina Hundirîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), hatin daliqandin. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de agir hate pêxistin, li dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan hat guhdarkirin. Koma Çiyayê Kormênc stranên Efrînê gotin. Ciwanên Navenda Çand û Hûnera Baqî Xidoyê, xelek pêşkêş kirin. Her wiha Stranbêj Delîla ya Tevgera Hîlala Zêrîn helbest xwend. Koma Şehîd Sînan sitran got. Koma Zîlan ji Herêma Dirbêsiyê beşdar bû. Şahî bi deqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir û paşê jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve axaftin hat kirin.
 
‘Newroza 2022’yan dê bibe Newroza azadiya Rêber Apo’
 
Rêveberiya Xweser di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Kawayê Hesinkar û Newroz li tevahî gelên aştîxwaz û Rêberê PPK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
 
Her wiha li ser navê Kongereya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl wiha got: "Em Newrozê li tevahî jinên cîhanê piroz dikin. Em bi berxwedana xwe rojên pîroz weke vê ava dikin. Ji ber vê yekê tevahî gelê kur li dijî hemû rê û rêbazên qirkirinê serî hilda."
 
Şahû bi gerandina govendê bi dawî bû.