Ciwanan barîkat hilweşandin û berê xwe dan Qada Newrozê ya Amedê

  • 12:06 21 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Tevî astengiyên polîsan bi sed hezaran kes ber bi Parka Newrozê ve diherike. Ciwanan, barîkatên polîsan hilweşandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin. 
 
Fînala Newroza sala 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Parka Newrozê ya Rezan a Amedê tê lidarxistin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de bi sed hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi tililî û dirûşman berê xwe dan Qada Newrozê. Niha bi sed hezaran kes li qadê kom bûye. Li Qada Newrozê brandayên mezin ên “Newroz pîroz be” hatiye daliqandin ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û bi zimanên tirkî, ermenikî, erebî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di heman demê de li ser dika protokolê jî bi zaravayên kirmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin. 
  
Li Qada Newrozê ku bi alayên HDP’ê hatiye xemilandin, flamayên rengîn ên “Newroz pîroz be” li ba ne. Flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê li ba ne û ciwanan xelekên govendê gerandin. 
 
Posterê Denîz Poyraz ku di encama êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin û pankartên “Em ê bi ruhê Newrozê teqez bi ser kevin”, “Newroz Rahşan û Bêrîvan e, Newroz Zekiye Alkan e”, “Newroz azadî ye”, “Kesek nikare vîna gel xesp bike” û “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye” li qadê hatine daliqandin. 
  
Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo ku têkiliya di navbera gel û protokolê de ji hev qut bike, di navberê de têlên bi firehiya 3 mîtroyan raxistibûn. Lê hêj Newroz dest pê nekirî ev têl ji hêla ciwanan ve hatin rakirin. Ciwanên ku barîkat hilweşandîn û derbas kirin, li pêşiya dikê bi flamayên Newrozê re dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Ciwanên ku ji semta Yenîhalê xwe gihandin Parka Newrozê, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin. Ciwanan bertek nîşanî polîsan dan û protesto kirin. Bi protestoya ciwanan re polîsan bi bombeyên xazê û jopan êrişî ciwanan kir. Li ser vê yekê ciwanan li ber xwe da û bi keviran bersiva êrişê dan. Rageşiya ku polîsan derxistî hêj jî didome.