Li Rojava û Şamê coşa Newrozê

  • 09:10 21 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê meşaleyên Newrozê hatin vêxistin û govend hatin gerandin.
 
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşaleyên Newrozê pêxistin. Şênî bi cil û bergên xwe yên folklorî li derdora agir xelekên govendê gerandin.
 
Deriyê Sêmalka 
 
Rêveberiya Deriyê Sêmalka bi hevkariya Rêveberiya Deriyê Welîd, li deriyê Sêmlakayê agirê Newrozê dada û şahî li dar xist.Hevserokê MeclisA Herêma Cizîrê Xebatê Hisên, berdevka Kongra Star Remziya Mihemed, bi dehan endamên Deriyê Sêmalka, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gumrika Dêrik, ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî general Bryce Andrews û Jack Abrams û şervanên koalîsyona beşdarî şahiyê bûn.
 
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftina Rêber Abdullah Ocalan a derbarê Newrozê de hate pêşandan. Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed axivî, Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, ev sal wê bibe sala serkeftin û sala azadiya fîzkî ya rêber Ocalan. Hevserokê Meclias Herêma Cizîrê Xebatê Hisên û Remziya Mihemed û general Bryce Andrews bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşaleya Newrozê pêxistin. Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.
 
Dirbêsiyê 
 
Li navenda navçeya Dirbêsiyê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan şahiyek li dar ket. Meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin. Piştre li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.
 
Şam 
 
Li taxa Zorava ya Şamê jî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan agirê Newrozê hate dadan. Şêniyan li ber stranên şoreşger û folkolrî yên kurdî li derdora xelekên agir govend gerandin.
 
Kobanê 
 
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê herikîn goristana Şehîd Dicle û bi pêxistina mûnan şehîdên meha Adarê bi bîr anîn. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- herêma Firatê meşeke bi meşaleyan ji goristana Şehîd Dicle ber bi girê Meştenûrê ve li dar xist. Li ser girê Miştenûr agirê Newrozê pêxistin.
 
Tirbespiyê 
 
Li navçeya Tirbespiyê jî şêniyan bi coş Cejna Newrozê pîroz kir. Bi dehan şêniyên navçeyê agirê Newrozê pêxistin û li derdora wê govend gerandin. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz wê sibe bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya Rêber APO" were pîrozkirin.
 
Şehba 
 
Di saetên destpêkê yên êvarî de şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê li navçeya Şêrawa, gundên Şehba û komên wê agirê Newrozê pêxist. Li gundên Şehaba û navçeya Şêrawayê şenî li hev kom bûn, agirê Newrozê pêxist û li ber stranên şoreşerî govend gerand.
 
Til Temir 
 
Şêniyên navçeya Til Temirê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û şahiya Newrozê li dar xist.  Şêniyan li avahiya meclisê agirê Newrozê dada û govend gerand. 
 
eyn isa
 
Şervanên QSD'ê li eniyên berxwedanê yên navçeya Eyn Îsayê agirê Newrozê dada. Şervanan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê li derdora agir govend gerandin.
 
Hesekê
 
Şêniyên bajarê Hesekê jî  bi boneya Newrozê, çalakiyên cuda li dar xistin. Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan meşek hate lidarxistin. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û şêniniyên li gundê Dawudiyê meşek ber bi goristana Şehîd Dijwar ve li dar xist. Di meşê de mişale, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwanên û alên TEV-DEM'ê hatin hildan. Li Goristana Şehîd Dijwar û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin. Her wiha şênî piştî pêxistina agirê Newrozê li ser girên bajêr, bajarok û gundên wê bi erebeyan li tevahî taxên bajêr geriyan, wêneyên rêber Ocalan, alên PYD’ê û alên TEV-DEM’ê hildan.
 
Heleb 
 
Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê li cihên cuda agirên Newrozê dada û govend li derdora wê geraandin. Li aliyekî din jî bi dehan malbatên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
 
Dêrik 
 
Bi sedan şêniyên herêma Dêrik, Berav û Koçerat li devera pira Kornîş pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin. Şêniyan navê APO ji agirê çêkirin û li ber stranan govend gerandin.