Li ser Qelaya Kerkûkê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 08:59 21 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser Qelaya Kerkûkê agirê Newrozê hat pêxistin
 
Bi pêşengiya partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji bilî PDK’ê û tevlêbûna hemû pêkhateyên bajêr agirê Newrozê li ser Qelaya Kerkûkê hate pêxistin. Piştî pêxistina agir hunermend derketin ser dikê bi pêşkêşkirina stranan coş dan pîrozbahiyê. Girseya gel jî li ber stranên hunermendan heya saetên dereng govend gerandin.
 
Di merasîma vêxistina agirê Newrozê de daxuyaniya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê ji bilî PDK’ê hatibû amadekirin hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de ligel pîrozkirina cejna Newrozê, behsa 31’mîn salvegera berxwedaniya rizgarkirina bajarê Kerkûkê ya sala 1991’an hate kirin.
 
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Newroz di jiyana civakî, siyasî û çandî ya gelê Kurdistanê de tê wateya aştî, azadî, hezkirin, hevdu qebûlkirin û rêzgirtina li xweza û bedewiyan e.
 
Di beşek din a daxuyaniyê de îşaret bi aloziyên li tevahî Iraqê û bi taybetî ya li Kerkûkê ya piştî 31 salan hate kirin û hate gotin; Em vê boneyê weke derfetekê dizanin ji bo zextê bikin ji bo bicîh anîna hemû xalên madeya 140 a destûrî ku garantiya bi hevre jiyana hemû pêkhateyên vî bajarî ye. Her wiha daxwaz ji hikumeta federal dikin ku dawî li wê rewşa ku nêzî 5 salin li ser xelkê Kerkûkê tê ferzkirin bînin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku baştirîn rêya çareseriyê ji bo pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên bi nakok vegera destûrê ya ji bo her demê ye û daxwaza girîngî pêdayîna xizmetkirina ji bo bajêr ji hikumetê hate kirin.
 
Newroz bi gerandina govendan bi dawî bû.