Li Şengalê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 08:43 21 Adar 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Agirê Newroza 2022'yan ji hêla şêniyên Şengalê ve bi girseyî hat pêxistin. 
 
Şêniyên Şengalê ji bo pîroz kirina Newroza 2022’yan li her devera Şengalê bi şahiyên girseyî agirê Newrozê pêxistin. Girseya ku tevlî pêxistina agirê Newrozê bûn diyar kirin ku Newroza îsal wê biba Newroza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
Her wiha di baweriya êzidiyatiyê de agir pîroz tê dîtin û tê gotin ku di dirêjahiya dîrokê de êzidiyan Newroz pîroz dikirin û heta qewlên ku peyva Newroz tê de derbas dibe hene. Lê belê ji ber fermanên ku gihaşîtine 74 ferman li ser civaka êzidî hatiye meşandin bi demê re êzidî Newroz ji xwe dûr xistine. Û êdî weke cejna xwe jî nabînin. 
 
Lê biştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka Êzidî hêdî hêdî coşa serkeftina Newrozê û agira wê ya pîroz ayidê xwe dibîne.
 Duh şev bi dehan êzidiyên Şegalê ji bo Newrozê pîroz bikin li kom bi kom li çiya û deştên Şengalê kom bibûn û bi coşekî mezin agirê Newrozê pêxistin. 
 
Li serê çiyayên Şengalê agirê ku nîşaneya serkeftinê ye, heman demê de di baweriya êzidyatiyê de pîroz tê dîtin hat hildan û li dora wê xelkên Şengalê govenda dirêj gerandin. 
 
Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Newroza serkeftinê” û “Newroza Azadiya Rêber Abdullah Ocalan” qîr kirin û xwe bi ser agirê ve avêtin. 
 
Şahiyê şeva Newrozê bi gerandina govendan bi dawî bû.